Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam Efrîna dagirkirî kontrol kir

Çavkaniyên xwecih ji kantona Efrînê ragihandin ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra berê), bajarê Efrînê yê dagirkirî kontrol kir piştî ku çeteyên Cebhe El Şamiye ber bi Ezazê ve reviyan.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam Efrîna dagirkirî kontrol kir
13 cotmeh, 2022   13:11
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyan, piştî şerê çend rojên li gundên navçeya Cindirêsê, Şêrawa û Mabatayê li dar bûn û di encamê de gelek kuştî û birîndar di nav sivîlan de çêbûn, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bajarê Efrîn kontrol kir piştî ku çeteyên Cebhe El Şamiye jê reviyan.

Çavkaniyên xwecih ji bajarê Babê ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bi piştgiriya çeteyên Firqeya Hemze û Ehrar El Şam bajarê Cerablusê û dergehên wê kontrol kirin.

Li gorî çavkaniyên din, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam hewl dide bajarên Ezaz û Babê yên bakur rojhilatê Helebê kontrol bike.

Tê bibîrxistin ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam beriya çend rojan, êrişî komên çeteyan ên li gundên başûrê Helebê kir û di encamê de dergehê Dêr Belût ê navçeya Cindirêsê û Xezewiyê yê navçeya Şêrawa kontrol kir ku herêmên Idlib û Efrînê ji hev cuda dike.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam dergehê sînor ê li gundê Hemam ê bi Tirkiyê re ku li rojavayê navçeya Cindirêsê ye piştî şerên bi Cebhe El Şamiye re li pêş çavên dagirkeriya Tirk, kontrol kir.

ANHA