Nûçegihanê me Seed Ehmed hat bibîranîn

Nûçegihanê me Seed Ehmed di salvegera sêyemîn a şehadeta xwe de, li ser gora xwe hat bibîranîn.

Nûçegihanê me Seed Ehmed hat bibîranîn
13 cotmeh, 2022   13:51
HESEKÊ

Nûçegihanê ajansa me Seed Ehmed 13ʹê Cotmeha 2019ʹan dema ku êrişên dewleta Tirk a dagirker  û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê û berxwedana gel a li hemberî êrişan dişopand, şehîd bû.

Bi boneya salvegera 3ʹyemîn a şehadeta wî, Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) merasîmê bîranînê li ser gora wî ya li goristana Şehîdan a navçeya Til Temirê li dar xist. Malbat û hevreyên şehîd, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Çinar Salih axivî, di kesayeta şehîd Seed de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Çinar Salih diyar kir ku dewleta Tirk rojnamevanên ku sûcên wê belge û teşhîr dike, dike hedef û got: "Rojnamevan bi çeka xwe ku kamere ye her tim li eniyên pêş in."

Çinar Salih soza şopadina xeta şehîdan da.

Bavê şehîd Seed, Seyîd Ehmed jî hemû şehîdên ragihandina azad bi bîr anîn û got: "Em ê li ser şopa wan bin û bixebitin da ku layîqî fedekariyên wan bin."

Di dawiya merasîmê de gurzên gulan li ser gora şehîd Seed Ehmed danîn.

ANHA