Dewleta dagirker li Qamişlo depoyekî berê kir hedef- HATE NÛKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li depoyekî vala xist. Di êrişê de ziyana madî çêbû.

Dewleta dagirker li Qamişlo depoyekî berê kir hedef- HATE NÛKIRIN
13 cotmeh, 2022   12:50
​​​​​​​QAMIŞLO

Êriş, îro saet derdora 15.30’an de li nêzî rêya hawirdor (Hîzam) pêk hat. Di êrişê de depoyekî ku berê madeyên plastîk tê de bûn hay hedefgirtin. Ji ber êrişa ku nayê zanîn ka bi balafiran an jî topan pêk hatiye, ziyana madî pêk hat.

Çav li rê ye ku rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê derbarê mijarê de daxuyanî bide.

ANHA