YRA`yê şehîdên çapemeniyê bi bîr anîn

Yekitiya Ragihandina Azad 7 rojnamevanên ku di mehên Cotmeh û Kanûnê de şehîd bûne, bi bîr anîn û got ji ber ku rojnamevan rastiyê radigihînin û sûcên dagirkeriyê teşhîr dikin, dewleta Tirk a dagirker wan dike hedef.

YRA`yê şehîdên çapemeniyê bi bîr anîn
YRA`yê şehîdên çapemeniyê bi bîr anîn
YRA`yê şehîdên çapemeniyê bi bîr anîn
YRA`yê şehîdên çapemeniyê bi bîr anîn
YRA`yê şehîdên çapemeniyê bi bîr anîn
YRA`yê şehîdên çapemeniyê bi bîr anîn
YRA`yê şehîdên çapemeniyê bi bîr anîn
YRA`yê şehîdên çapemeniyê bi bîr anîn
YRA`yê şehîdên çapemeniyê bi bîr anîn
YRA`yê şehîdên çapemeniyê bi bîr anîn
YRA`yê şehîdên çapemeniyê bi bîr anîn
YRA`yê şehîdên çapemeniyê bi bîr anîn
YRA`yê şehîdên çapemeniyê bi bîr anîn
13 cotmeh, 2022   12:28
QAMIŞLO

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan îro 7 rojnamevanên ku li cih û salên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn. Rojnamevan Hogir Mihemed û Dilîşan Îbiş di 12`ê Cotmeha 2017`an de û rojnamevan Seed Ehemd, Mihemed Reşo, Dilovan Gever, Wedat Erdemcî di 13`ê Cotmeha 2019`an de, her wiha Rizgar Denîz di 18`ê Kanûna 2019`an de şehîd bûne.

Merasima bîranînê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê hat lidarxistin.

Rojnamevan, malbatên şehîdan û endamên ragihandina YPJ`ê beşdarî merasîmê bûn û wêneyên hevrê û zarokên xwe yên şehîd rakirin.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Giştî ya YRA`yê Canê Xemgîn wiha axivî: “Em hevrêyên xwe Seed Ehmed, Dilovan Gever, Wedat Erdemcî û Mihemed Reşo yên li Serêkaniyê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatine şehîdxistin, her wiha hevrêyên xwe Hogir Mihemed, Dilîşan Îbiş û Rizgar Denîz ên li bajarê Dêrazorê dema erka xwe pêk dianîn di teqîna çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûne, bi bîr tînin. Di kesayeta wan de, em hemû şehîdên xeta çapemeniya azad û şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Careke din sersaxiyê didin malbatên wan û soza xwe ya şopandina rêya heqîqetê nû dikin.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen hemû şehîdên Yekitiya Ragihandina Azad û şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr anîn û sersaxî da malbatên şehîdan.

Hesen got: “Divê her kes zanibe ku YRA ji bo gihîştina heqîqetê û derxistina wê û teşhîrkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li pêş çavê her kesî pêk tîne, bi hemû hêza xwe kar dike.”

Bavê şehîd Seed Ehemd jî wiha axivî: “Em sersaxiyê didin malbatên şehîdên ku di oxira parastina gel û welatê xwe de şehîd bûne. Rojek derbas nabe ku şehîdekî dîroka Kurd û Kurdistanê de nayê bibîranîn. Dijminê me dixwaze me tune bike, me bide koçberkirin. Gunehê şehîdên ku em îro bi bîr tînin çi bû? Ew tenê çavê rastiyê bûn.”

Bi nave malbata şehîd Hogir Mihemed jî xalê wî Mihemed Xêr Elîka axivî û got: “Em bejna xwe li hember şehîdan ditewînin. Rojnamevanan dixwest rastiyê ji tevahî cîhanê re ragihînin û dagirkerî û binpêkirina mafên mirovan eşkere bikin. Ji bo veşartina rastiyan, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rojnamevan hedef girtin.”

Mihemed Xêr Elîka diyar kir ku wekî malbatên şehîdan ew soza xwe ya şopandina rêya şehîdan dubare dikin.

Hevserokê YRA`yê Dilyar Cizîrî jî diyar kir ku ew îro hemû şehîdên rojnamevan ên ku bi kamera û pênûsa xwe rastî ji cîhanê re ragihandin, bi bîr tînin û sersaxî da malbatên şehîdan.

Dilyar Cizîrî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li her cihê hewl dide sûcên xwe veşêre û ji ber ku rastiyan radigihînin, rojnamevanan hedef digire.

Di dawiya merasîmê de gul li ser gorên şehîdan hatin danîn.

(cx)

ANHA