Parlamentoya Lubnanê careke din serokkomar hilnebijart

Parlamentoya Lubnanê cara duyemîn nekarî serokkomarekî li şuna Mîşel Ewn hilbijêre.

Parlamentoya Lubnanê careke din serokkomar hilnebijart
13 cotmeh, 2022   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Diviyabû ku civîna parlamentoya Lubnanê ya ji bo hilbijartina serokkomar saet di 11:00ʹan de li gorî dema herêmê dest pê kiriba. Vekirina civînê derdora 10 deqeyan dereng ket, ji ber ku 71 parlamenter tenê amade bûn.

Li ser vê yekê serokê parlamentoyê Nebîh Birî civîn heta 20ʹê Cotemha bê saet di 11:00ʹan de paş xist.

Ev cara duyemîn e ku parlamento di hilbijartina serokkomar li şûna Mîşel Ewn ê ku 31ʹê vê mehê erka wî bi dawî dibe de, bi bin dikeve.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku muhleta destûrê ya ji bo hilbijartina serokkomarekî nû 1ʹê Îlonê dest pê kir û heta 31ʹê Cotmeha 2022ʹyan de dewam dike.

Li gorî destûra Lubnanê, serokkomar bi piraniya du ji 3 endamên parlamentoyê ku ji 128 endaman an ku 86 parlamenteran pêk tê û di qonaxa duyemîn de jî bi piraniya mutleq anku 65 parlamenteran tê hilbijartin.