Bîlançoya kuştî û birîndarên teqîna li gundewarên Şamê bilind bû

Bîlançoya kuştî û birîndarên hedefgirtina erebeya leşkerî ya li gundewarêm Şamê zêde bû. Tê gotin 18 kes hatine kuştin û 27 jî birîndar hene.

Bîlançoya kuştî û birîndarên teqîna li gundewarên Şamê bilind bû
13 cotmeh, 2022   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a ser bi hikumeta Şamê ve ragihand ku di encama teqîna bombeyekê bi erebeyeke leşkerî ya li gundewarên Şamê de 18 kes hatine kuştin û 27 jî birîndar bûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandibû ku li herêma Sebûra ya gundewarên Şamê, mayinek bi erebeyeke leşkerî de teqiya. Tê texmînkirin ku erebeya "Firqeya 4ʹan" a hikumeta Şamê be. SOHR’ê diyar kiribû ku di teqînê de herî kêm 17 kes hatine kuştin.