Komîteya Koçberên Serêkaniyê bêdengiya rêxistinên navneteweyî şermezar kir

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bêdengiya hêz û rêxistinên navneteweyî ya li hember sûcên dagirkeriya Tirk ên li Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kir û diyar kir ku 4 raporên ku tê de sûcên dagirkeriya Tirk ên li her du deveran belge kirine, ji aliyên navneteweyî re şandin.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bêdengiya rêxistinên navneteweyî şermezar kir
13 cotmeh, 2022   06:09
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve herêma Serêkaniyê û kantona Girê Spî, bi çekên qedexkirî dagir kirin û tê de sûcên dermirovî li dijî şêniyên resen pêk anîn û heta niha jî pêk tîne.

Daneyên 3 salan ên ku Komîteya Koçberên Serêkaniyê belge kirine, diyar kir ku dagirkeriya Tirk 67 kes, ji nav wan 4 jin, kuştine, 511 kes, jê 68 jin û 42 zarok, revandine, îşkence li 325 kesan kiriye û 92 kes veguhastine Tirkiyê, jê li 48 kesan cezayên girtinê yên 13 salan heta cezayê muebbetê hatiye birîn.

Her wiha ji ber dagirkeriya Tirk nêzî 300 hezar kes ji şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûne, ku guhertina demografiya her du deveran heta niha didome.

Ji bo belgekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên bajêr, şêniyên Serêkaniyê di 9’ê Tîrmeha 2021’an de komîteyek bi navê Komîteya Koçberên Serêkaniyê damezirand.

Komîte hewl dide dengê koçberên Serêkaniyê û Girê Spî bigihîne raya giştî û sûcên dewleta Tirk a dagirker eşkere bike, her wiha balê bikişîne ser zehmetiyên koçberan.

Tevî ku komîte hemû binpêkirin û sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî koçberên Serêkaniyê û Girê Spî belge dike, lê dîsa jî civata navneteweyî û rêxistinên mirovî û navneteweyî heta niha bê deng in.

Hiqûqnas û berpirsê têkiliyan ê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso wiha axivî: “Rêxistinên navneteweyî roleke lawaz li hember sûcên ku em belge dikin dilîzin. Heta hin rêxistin jî hene ku bi zanabûn rewşa herêmê û sûcên ku tê de tên kirin, paşguh dikin. Her wiha hin şîrket hene ku gelek dewlet wan fînanse dikin ku beşek yan jî piştgiriyê didin siyasetên dewleta Tirk a dagirker.”

Îso destnîşan kir ku sûcên dagirkeriya Tirk ên ku ji aliyê komîteyê ve tên belgekirin, ji bo aliyên navneteweyî di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) tên şandin û got: “Mixabin heta vê kêliyê me tu helwest û xebatên erênî ji bo balkişandina ser rewşa herêmên dagirkirî nedît. Dewleta Tirk siyaseta tirkkirinê û guhertina demografiyê dimeşîne li hember vê rêxistinan tu roleke erênî ya nelîstiye.”

Îso diyar kir ku komîteyê 4 peyman şandin; raporek ji bo Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a (NY) ya Qamişlo, raporek ji bo Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, 2 rapor ji bo şandeyên Rûsî û Amerîkî dema ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Der barê sûcên dagirkeriya Tirk de 4 raporên berfireh şandin; raporek ji bo cîgira serokê Komîteya Amerîkayê ya Azadiya Navneteweyî ya Olan Nadine Menza, raporek ji bo Komîteya Taqîkirinê ya Serbixwe ya Navneteweyî ji bo Sûriyê, raporek ji bo Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY’ê ku tê de behsa rewşa koçberan tê kirin û raporek ji bo Komxebata Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê.

Di dawiya axaftina xwe de Îso bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku xwedî li rola xwe derkevin û got: “Me gelek rapor şandin aliyên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî ji bo ew li gor pîvanên mafên mirovan û rêziknameyên xwe tev bigerin û erkên xwe bînin cih.”

(mh)

ANHA