SOHR: Li gundewarên Şamê bi kêmanî 17 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku li ser rêya Sebûra ya gundewarên Şamê di encama teqandina erebeyeke leşkerî de ku tê texmînkirin a ‘Firqeya 4ʹan’ a hikumeta Şamê ye, herî kêm 17 kes hatine kuştin.

SOHR: Li gundewarên Şamê bi kêmanî 17 kes hatin kuştin
13 cotmeh, 2022   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) vê sibehê li herêma Sebûra ya gundewarên Şamê, mayinek bi erebeyeke leşkerî de teqiya. Tê texmînkirin ku erebe ya "Firqeya 4ʹan" a hikumeta Şamê be.

Li gorî SOHR’ê, herî kêm 17 kes hatin kuştin û ji ber birîndarên rewşa wan giran, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.