​​​​​​​​​​​​​​Sotoro şehîdbûna endamekî xwe di êrişa balafireke bêmirov a dagirker de li Dêrikê ragihand

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Sotoro ragihand ku endamekî wê di êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeya ku lê siwar bû de li gundewarê Dêrikê şehîd bûye.

​​​​​​​​​​​​​​Sotoro şehîdbûna endamekî xwe di êrişa balafireke bêmirov a dagirker de li Dêrikê ragihand
12 cotmeh, 2022   21:07
 NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Sotoro bi daxuyaniyekê şehîdbûna endamekî xwe di êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk de ragihand.

Daxuyanî wiha ye:

“Endamê me Îbrahîm Besam Mîxaîl li gundewarê Dêrikê dema li ser erkê xwe bû di êrişa balafireke bêmivo a biçek a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye.

Ev êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û hedefgirtina hêza me, encama bêdengiya navneteweyî û hêzên garanotên agirbestê ye.

Em bi fedakariyên şehîdên xwe serbilind in û dê li ser şopa wan bin. Em dîsa teqez dikin ku em pabendî parastina ewlehî û aramiya herêmên xwe ne.”

ANHA