​​​​​​​Dewleta Tirk li Lîbya û rojhilatê Deryaya Spî agirê gazê pê dixe

Piştî hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya Lîbyayê ya bi serokatiya Ebdulhemîd Debîbe bi dewleta Tirk re peymana vekolîna li ser enerjiyê li rojhilatê Deryaya Spî îmze kir, li welêt û herêmê bertekên tund derketin.

​​​​​​​Dewleta Tirk li Lîbya û rojhilatê Deryaya Spî agirê gazê pê dixe
13 cotmeh, 2022   04:49
QAHÎRE-MUHSIN EL MISIRÎ

Serokê parlamentoya Lîbyayê Eqîle Salih ragihand ku çi lihevkirin, peyman an jî muzakreya lihevkirinê bi serokê hikumetê Ebdulhemîd Debîbe re pêk were "redkirî û neqanûnî" ye, li kêleka wê Misir û Yewnanistanê guman bi rewabûna îmzekirina hikumeta Debîbe li ser lihevkirinên enerjiyê bi dewleta Tirk re kir û ji bo bersivdana li ser peymanan li hev kir.

Serokê parlamentoyê Eqîde Salih da zanîn ku ev peyman "derqanûnî û tune ne", ji ber desthilata hikumeta Ebdulhemîd Debîbe di 24’ê Kanûna par de bi dawî bû.

Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî di civîneke çapemeniyê ya li gel hempîşeyê xwe yê Yewanistanê Nikos Dendias de got hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya li Terablusê ku erka wê bi dawî bûye, tu destûrên wê yên pêkanîna peymanên navneteweyî yan jî muzakereyên lihevkirinê tune ne û bang li civata navneteweyî kir ku helwestekê nîşan bide ku tu rewabûna hikumeta Lîbyayê ya bi serokatiya Debîbe tune ye.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu hefteya borî îmzekirina muzakereya lihevkirinê li ser gaz û fînansekirina petrolê bi Lîbyayê re, ragihandibû.

Çavuşoglu di civîneke çapemeniyê de bi wezîra karên derve ya hikumeta Debîbe Necla El Menqoş re got muzakereya lihevkirinê ya ewlehî û leşkerî ji bo îstîqrara Lîbyayê girîng e, ev muzakereya deryayî berjewendiyên hevbeş garantî dike. Her wiha soza berdewama hewldanên dewleta Tirk ji bo Lîbyayê bigihîne avakirina artêşeke fermî, da. Çavuşoglu îdia kir ku muzakereya lihevkirinê li ser vekolîna li petrol û gazê li bejahî û deryayê ye û ew yek bi rêya şîrketên Lîbya-Tirkiyê yên hevbeş pêk bê. Li kêleka wê jî dê gerên asîmanî yên Tirkiyê li balafirgehên Lîbyayê vegerin.

Hemwextî wê, li gorî raporên rojnameyan, dewleta Tirk a dagirker hewl dide Lîbyayê ji bo derbaskirina boriyên gaza Nigeria li şûna Cezaîr an jî Mexribê bi kar bîne. Bi wê re dewleta Tirk ji bo derbaskirina gazê ji Nigeria ber bi Ewropayê ve bibie navbeynkar, li kêleka wê jî hewl dide bibe xeleka navbeynkar di gaza rojhilatê Deryaya Spî û gaza Asyaya Navîn de.

Li kêleka wê jî, pisporan girîngî neda muzakereya lihevkirinê, ji ber ku ew yek siyaseteke dewleta Tirk a dagirker e û tu rêyên wê yên pêkanînê li ser erdê tune ne.

Pisporan da zanîn ku hewldana dewleta Tirk a veguhastina gaza Nîjeryayê bo Ewropayê bi rêya Lîbyayê, li gel tevliheviyên ewlehî û nakokiyên hundirîn ên Lîbyayê, mehkumî binkeftinê ye.

MANEVRAYA YAN JÎ RAHÊNANÊN SIYASÎ

Lêkolînerê misirî yê kar û barên Lîbyayê Kamil Ebdullah li ser vê yekê ji ajansa me re wiha got: "Tevgerên dewleta Tirk tenê manevrayên siyasî ne ku zextê li dewletên mîna Misir û Yewnanistanê di dosyaya gazê de bike."

Ebdullah wiha domand: "Lihevkirinên dewleta Tirk ragihandine li benda helwesta Amerîkayê ne û tu rêyên pêkanînê bêyî erêkirina Washingtonê nabin."

Li gorî lêkolîner, ji bo Lîbyayê ev lihevkirin pir tê qebûlkirin û da zanîn ku tenê kesên dijberî wê lihevkirinê protesto kir.

Li gorî dewleta Tirk jî, ew zextê dike ku dan û standin bi Misir û Yewnanistanê re pêk bîne û tu têkilî bi mijara dûrxistina gaza Cezaîr ji ser Ewropayê tune ne.

Kamil Ebdullah wiha pê de çû: "Helwesta Amerîkayê niha pir girîng e û Washington çi helwesteke eşkere yan jî dijberî lihevkirina nû ya di navbera Lîbya û dewleta Tirk de ranagihîne. Her wiha lihevkirina li ser nakokiya di navbera dewletên li ser beravên rojhilatê Deryaya Spî de lez nake, ji ber tiştên pêk tê li gorî berjewendiya wê ye, bi taybet Amerîka dewleta mezin a berhemdana enerjiyê di vê demê de ye û dixwaze pekîna buhayên jiha derfet bigire da ku rewşa xwe ya aborî ku bi sedema şerên li Efganistan, Iraq û Sûriyê hilweşî ye."

Ebdullah destnîşan kir ku DYA’yê dê zextê li Cezaîr bike ku dabînkirina xwe ya bendewar ji Ewropayê re sînordar bike û dê her dewleteke di dema niha de hewl bide wê rêyê pêk bîne, bixapîne.

Kamil Ebdullah diyar kir ku fikrên niha pêşkêşkirî ji ber xetên veguhastina gazê tenê fikreyên li hember astengiyên pir mezin e û pêkanîna wê, ger lihevkirin çêbû, bi salan divê.

Ebdullah eşekre kir ku niha zehmet e mirov li ser destekda dewleta Tirk a derbaskirina gaza Nigeria ji Ewropayê re bi rêya Lîbya biaxive û ev tişt got: "Ev yek di vê demê de xeter e, ji ber xeta gaza muhtemel li hember astengiyên mezin e, bi taybet dê di herêmên ji aliyê ewlehî û siyasî ve ne îstîqrar in derbas bibe."

NÎŞANEYÊN DEMÊ

Lêkolînerê siyasî yê lîbyayî Mihemed Qeşot ji ajansa me re wiha got: "Her kes dizane ku hikumeta Debîbe ne rewa ye û heta YE û Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî ev yek teqez kir. serokê Meclisa Nûneran a Lîbyayê bi peyamekê ji sekreterê giştî yê NY’yê re got hikumeta Debîbe piştî bawerî jê hate kişandin, êdî erka wê bi dawî bûye."

Qeşot wiha domand: "Di lihevkirina Cinêvê de û li gorî madeya wê ya 10’an qedexe ye tu lihevkirinên nû pêk werin û divê Lîbyayê pabendên pêşerojê ji aliyê qanûnî ve pêk bîne."

Lêkolînerê Lîbyayî Mihemed Qeşot destnîşan kir ku dewleta Tirk bi van gavan hewl dide du mijaran ferz bike, ya yekemîn; dîroka ku lihevkirin bi Debîbe re pêk hatiye ku hemwextî nêzbûna salvegera îzmekirina dewleta Tirk li ser peymana Lozanê ye, diyar bike û li gorî wê Lîbya wek diyarî da Îtaliya. Lêkolîner bal kişand ser ku pertik û dem ji bo dagirkeriya Tirk girîng in û wan li gorî sutfeyan hilnabijêrin. Enqere xwest bibêje, "Em wê demê ji wîlayetek xwe derketin û niha jî vedigerînin û dîsa lê vedigerin.

Li gorî Mihemed Qeşot armanca duyemîn, şopînerê baş ji pêşdeçûnên herêmî û navneteweyî re bi sedema şerê li Ukrayna dizane nakokî di navbera dewleta Tirk û Yewnanistanê de ji çend mehan hene û wiha got: "Ji ber hevkariya Yekitîya Ewrupa û destûra wê ya ji dewleta Tirk re ku li Îraq, Sûrîye û Azerbaycanê  wek Îran û sîyonîst çi bixwaze bike, heta ku prensîpa çêkirina alozîyê bi serketî bi cih bînin, dewleta Tirk hilbijartin ku derbasî Lîbyayê be û bibe kaxiza şantajê. Lê ger ev yek bi pêş ket, dibe şerekî çekdarî li ava herêmî ya Lîbyayê derkeve."

‘XUMAVA LI SER KAXIZÊ YE’

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Îbrahîm Şaban jî texmîn kir ku tu fînanse di aliyê petrolê de li ser muzakereya Tirkî-Lîbyayê de pêk nayên.

Îbrahîm Şaban ji ajansa me re wiha got: "Dê lihevkirin, bi sedema dijberiya hundirîn a Lîbyayê ya tund û amadekariyên lidarxistina xwepêşandanên li dijî êrişa dewleta Tirk li ser Lîbyayê, tenê xumavek li ser kaxizê ye. Ji ber çi lihevkirin pêk were, pêdiviya xwe bi Meclisa Qanûnsaz û Meclisa Nûneran heye. Meclisa Nûneran a Lîbyayê jî muzakereyê red dike."

Şaban wiha domand: "Peyamên serokê Meclisa Nûneran a Lîbyayê Eqîle Salih ji sekreterê NY’yê û Komkara Erebî re şandine teqez dikin ku palamentoya Lîbyayê vê peymana ku ji aliyê hikumeta erka wê bi dawî bûye bi şekil û naveroka wê red dike."

Girêdayî mijarê Şaban wiha pê de çû: "Dewleta Tirk bi rêya stratejiya Welatê Şîn û bi rêya Lîbyayê hewl dide “sînorkirina” xwe ya li pişt Deryaya Spî derbas bike, xweza û erdnîgariyê bi dest bixe û bi rêya Lîbyayê jî bi şêweyekî desteserker ji sînorên xwe yên deryayî ku tu mafên wê tê de tune ne, derkeve."

Şaban destnîşan kir ku hevrikiya wê bi Yewnanistanê û YE’yê re û di vê dawiyê de muzakereya dawî ya bi Lîbyayê re, her wiha li Cezaîrê û hewldana wê ya bikaranîna petrola Nigeria plana dewleta Tirk a qirêj ku tevliheviyê li bakur û naverasta Afrîkayê çêke, eşekre dike.

Şaban hişyarî li ser plana dewleta Tirk a li naverastê, Bakurê Afrîkayê û hundirê heman parzemînê da û got di bin perdeya Osmaniya Nû de dewleta Tirk derbasî herêmê bûye û planên xwe li pêş cîhanê eşkere kirin.

Şaban texmîn kir ku dê muzakereya lihevkirinê ya Tirkiyê ya dawî bi hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya Lîbyayê re bibe barek li ser Enqereyê û deriyên nakokiyên nû bi Misirê re veke û nêzbûnê bi dûr bixe, her wiha parlamentoya Lîbyayê bi hemû hêza xwe vê yekê red dike.

Lêkolînerê Misirî Kamil Ebdullah di dawiyê de wiha got: "Lihevkirina dagirkeriya Tirk bi Lîbyayê re guleya dewleta Tirk a ketober li hawayê ye û dê Enqere bi sedema wê gelek ziraran bide."

(fr)

ANHA