​​​​​​​Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef li Tebqa û Dêrikê bi bîr anî

Îro, Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef li Tebqa û Dêrikê bi bîr anî û teqezî bi girîngiya bilindkirina têkoşîna li hember êrişên li dijî jinên pêşeng, kir.

12 cotmeh, 2022   18:34
TEBQA

Îro Partiya Sûriya Pêşerojê li Tebqayê, ji bo bîranîna şehîd Hevrîn Xelef li hola Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê merasîmek li dar xist. Di merasîmê de nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, Yekitiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger û komîteyên jinan beşdar bûn.

Di serî de, endama Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê Nuha El Şiêtî wiha axivî: “Em her sal jina leheng û pêşeng a ku bi gotinên xwe şerê rêxistina herî metirsîdar kir, şehîd Hevrîn Xelef bi bîr tînin, ku wê di şexsa xwe de hemû nirx û pîvanên vê şoreşê wek demokrasî, biratiya gelan, dadmendî û Rêveberiya Xweser hewand. Ji ber wê jî wê li kesên derdora xwe bandor dikir û wan jî jê hez dikir, ku destpêkê xwe wek jineke Kurd pêş dixist û hêz dida jinên din, bi vî awayî ew bû yek ji pêşengên vê şoreşê.”

Nuha El Şiêtî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bi vê baweriyê em di serî de Hevrîn, Nagîhan Akarsel û hemû şehîdên pêşeng bi bîr tînin û soza xwe ya meşa li xwe şopa wan û tolhildana wan heta têkbirina hêzên faşîst û dijminên jina azad nû dikin.”

Piştre, sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Hevrîn Xelef hat pêşandan û helbestên li ser wê hatin xwendin.

Merasîm bi siloganên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

QAMIŞO

Ji bo bîranîna şehîd Hevrîn Xelef û şehîd Ferhad Remedan, şêniyên Qamişlo berê xwe dan goristana şehîd Xebat Dêrik a li navçeya Dêrikê ya kanton Qamişlo kom bûn.

Destpêkê, serokê Partiya Sûriya Pêşerojê  Ebid Hamid El Mihbaş wiha axivî: “Sê sal di ser şehadeta we re derbas bûn, ku tê de pîstirîn cûreyên şer li dijî gelê me pêk hatin, çi şerê leşkerî çi jî yê aborî û qutkirina avê û destekdayîna şaneyên DAIŞ’ê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve.”

El Mihbaş desntîşan kir ku her çiqas êriş pir bin, îsrara wan a berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê zêde dibe.

Her wiha, bi navê Kongra Star a Qamişlo, endama rêveber Gulistan Gulo, bi navê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî, dayika şehîd Hevrîn Xelef Suad Mistefa û bi navê malbata şehîd Ferhad Remedan, axaftin hatin kirin ku bi giştî fedakariya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kirin û soza domandina têkoşînê heta rizgarkirina temamiya xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dan.

Piştî axaftinan, mertala şehîd Hevrîn Xelef diyarî hiqûqnas û rêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Ramî Ebdurehman hat hat kirin, li şûna wî nivîskar Azad Elî diyarî wergirt.

Piştre, beşdaran berê xwe da goristana şehîd Xebat Dêrik ji bo serdana gorên şehîdan Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan bikin û gul danîn ser gorên her duyan.

(mh)

ANHA