ʹRûkeniya şehîd Dilovan ji bo hemû şopdarên heqîqetê dibû hêviya serkeftinêʹ

Hevreyên nûçegihana Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê şehîd Dilovan Gever got “Em ê bi rûkeniya şehîd Dilovan ya ji bo hemû şopdarên heqîqetê bûbû hêviya serkeftinê, tê bikoşin.”

ʹRûkeniya şehîd Dilovan ji bo hemû şopdarên heqîqetê dibû hêviya serkeftinêʹ
ʹRûkeniya şehîd Dilovan ji bo hemû şopdarên heqîqetê dibû hêviya serkeftinêʹ
ʹRûkeniya şehîd Dilovan ji bo hemû şopdarên heqîqetê dibû hêviya serkeftinêʹ
ʹRûkeniya şehîd Dilovan ji bo hemû şopdarên heqîqetê dibû hêviya serkeftinêʹ
ʹRûkeniya şehîd Dilovan ji bo hemû şopdarên heqîqetê dibû hêviya serkeftinêʹ
ʹRûkeniya şehîd Dilovan ji bo hemû şopdarên heqîqetê dibû hêviya serkeftinêʹ
13 cotmeh, 2022   03:25
QAMIŞLO-DELÎLA GABAR

Nûçegihan Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê Dilovan Gever 13ʹê Cotmeha 2019ʹan dema ku bi kamere û pênûsa xwe êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Girê Spî û berxwedana gel, şervanên YPJ, QSD û YPGʹê ya li hemberî van êrişan ji cîhanê re radigihand, di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Li ser kesayeta şehîd Dilovan Gever, endama navenda ragihandina YPJʹê Dilovan Gever axivî û got: “Em di kesayeta şehîd Dilovan Gever de hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin, piştî şehadeta Dilovan min navê şehîd Dilovan li xwe kir. Ji bo navê şehîd Dilovan zindî bimîne! Şehîd Dilovan di nav tevgerê de xwedî bandoreke mezin bû, dema şer û pevçûnên dijwar li bajar Kobanê diqewîmîn, di dema seferberiyê de beşdar dibe û cihê xwe di nav bexwedanê de digire. Rakirina min jî navê şehîd Dilovan ji ber ku her tiştên baş di nav dilê her hevrêyek xwe û kesayetên welatparêz de dabû rûnişkandin, ji bo ez jî mîna şopdarek rêya şehîd Dilovan berdewam bikim. Em wek hevrêyên şehîd Dilovan heta dawî em xwedî li rêya şehîd Dilovan derkevin.”

Li aliyekî din jî endama navenda ragihandina YPJ’ê Meryem Zîlan behsa jiyana şehîd Dilovan Gever kir û wiha got: “Şehîd Dilovan hişt ku em wek rih bijîn û hezkirina me ji şoreşê re çêbibe. Şehîd Dilovan di nava kar û xebatê xwe de lêgervanekî heqîqetê bû, di nava kar û xebatên navenda me ya ragihandina YPJ’ê de em hêza ji tevgera şehîd Dilovan ya ku bi kelecana şoreşê digirin û ji bo em jî mîna wê bibin şopdarê heqîqetê.”

Meryem Zîlan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em wek jin di navenda regihandina YPJ’ê de me soza daye ku li ser şopa şehîd Dilovan bimeşin. Em ê hewl bidim tiştê ku şehîd Dilovan di nîvî de hişt, bi kamere û pênûsa şehîd Dilovan li ser şopa heqîqetê temam bikin.”

Endama ragihandina YPJ’ê, wiha dawî li gotina xwe anî: “Em soz didin şehîdên di nava berxwedanê de cihê xwe girtîn û canê xwe ji bo axa xwe fedakirin, bi taybet şehîd Dilovan ku heta kêliya jiyana xwe ya dawî li ser şopdarê riya heqîqetê tê koşiya û gihaştin şehadetê.”

Rojnamevan Rûken Cemal axivî û got: “Ev bû sê sal li ser şahadeta şehîd Dilovan Gever re derbas dibin, lê belê her sala derbas dibe ji ber ku şahadeta şehîd Dilovan pir giran bû, heta niha jî mîna birînekê di dilê me de tê jîn. Şehîd Dilovan rastiyeke mezin li pey xwe hiştiye, şehîd Dilovan bi sekna xwe û xebatê xwe yê çapemeniyê xwedî mînak bû, tişta ku îro ji me tê xwestin divê demê de, pêwîste em zanibin çawa xwedî li şehîdan derkevin, pêwîste em qirkirin û êrişên tên kirin li pêşiya xwe deyînin û xwedî helwest bin.”

Rûken Cemal wiha domand, şehîd Dilovan di dema seferberiyê de beşdarê refên YPJ’ê bû, şehîd Dilovan di şerê bajarê Kobanê de di demê herî zor û zehmet de bi hêza xwe ya xurt  bi rihek fedayî li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê tekoşîn dike û şer dike. Şehîd Dilovan û hevrêên xwe tirsek mezin dixin dilê dijmin de. Di hema demê de ruxmî heval Dilovan berxwedana Kobanê de nûye, lê belê bi fedakariyek mezin û bi berpirsyar nêzî her kêliyê dibe. Dema şerê berxwedana Kobanê de heval kar û xebatê arşîf de cihê xwe digre, yek jî her ku şervanek şehîd dibe şehîd Dilovan bi rihek berpirsiyar û fedayî nêzî şahadeta şervanan dibe û di heman wextê de her şervanekê ku şehîd dibe heval Dilovan bi destê xwe berxwedaniya li ser rûyê şervanên ku di berxwedana giranbuha de şer kirine û şehîdbûne, mîna mîrasekê ji dîrokê re dihêle. Hertim dixwest şehîd bi rengekî baş ji dîrokê re bihêle, şehîd Dilovan di şerê li dijî DAIŞ’ê de yê li bajarê Dêra Zor de bi hezkirinek mezin kar dikir û hêz dida hevalên li derdora xwe û rojnamevanên di pêngavê de cihê xwe girtine. Dema şehîd Dilova şehîd bû ew xemgîn li ser rûyê her rojnamevanekê ku şehîd Dilovan dîtî û naskirî xwe dida nîşandan.”  

Rojnamevan Rûken Cemal di dawiyê de wiha got: “Şehîd Dilovan bi gotinên xwe kesê li hember xwe dida fêmkirin, gelek rojnemevan bi taybetmendiyên şehîd Dilovan bandor dibûn, bi qasî canfedayê şehîdan ew qas jî bi cesareteke mezin bi naskirina heqîqetê dida. Armanca şehîdên li ser şopa heqîqetê heta henaseya xwe dawî şer kirin û dagirkirina axa me qebûl nekirin û li pey heqîqetê bûn. Em careke din di kesayetê wan de soza xwe nû dikin ku em ê kamera û pênûsa wan li erdê nehêlin.”

ANHA