Helbestvanên herêma Cizîrê bi helbestên xwe bajarên dagirkirî bi bîranîn

Bi boneya 3`yemîn salvegera dagirkirina bajarê Serêkaniyê û Girê Spî Yekitiya nivîskarên Kurd a Sûriyê û Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê ji bo silavkirina berxwedana gelê Serêkaniyê û Girê Spî û şehîdên berxwedana rûmetê bibîr bînin şevbuhêrkeke helbestan li baxçeyê Osman Sebrî yê Xwendinê li dar xist

Helbestvanên herêma Cizîrê bi helbestên xwe bajarên dagirkirî bi bîranîn
Helbestvanên herêma Cizîrê bi helbestên xwe bajarên dagirkirî bi bîranîn
Helbestvanên herêma Cizîrê bi helbestên xwe bajarên dagirkirî bi bîranîn
Helbestvanên herêma Cizîrê bi helbestên xwe bajarên dagirkirî bi bîranîn
Helbestvanên herêma Cizîrê bi helbestên xwe bajarên dagirkirî bi bîranîn
Helbestvanên herêma Cizîrê bi helbestên xwe bajarên dagirkirî bi bîranîn
Helbestvanên herêma Cizîrê bi helbestên xwe bajarên dagirkirî bi bîranîn
12 cotmeh, 2022   17:49
QAMIŞLO

Bi dehan kesayetên bi nav û deng mîna Elî Murad, Anahîta Sîno, Cemîl Dahir, Mustefa Sîno, Ebud Mexso û hunermend Kawa Kalê, di heman demê de şêniyên bajarê Qamişlo amade bûn.

Di destpêkê de di şexsê şehîdên berxwedana rûmetê de li ser giyanê tevahî şehîdên di oxira azadiya welat de canê xwe feda kirine deqeyeke rêzgirtinê hat girtin.

Paşê endamê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Telal Şêx qala dagirkeriya li ser herêma Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir û wiha got: “Her çiqasî dijminê dagirker qurmên darên zeytunên me li herêm Efrînê ji kokê de qut bike, di heman demê de bajarên me yên dagirkirî ku mîna Serêkaniyê û Girê Spî tu caran ji dilê me dernakevin. Wê hertim di dilê me de bijîn. Bi kêliyan û demjimêran Serêkaniyê û Girê Spî di bîra me de ne. Çawa ku îro em li vir kom bûne weke helbestvan û nivîskarên Yekitiya Rewşenbîran, wê rojekê were em ê li bajarê Serêkaniyê jî kombûnên xwe yên rengîn çêbikin.”

 Piştre helbestvanan helbestên xwe li ser berxwedana Serêkaniyê û Girê Spî bi mêvanan re parve kirin. 

(dg)

ANHA