​​​​​​​Şêniyên Dêrikê hedefgirtina erebeyeke sivîlan ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir

Şêniyên Dêrik û navçeyên wê bi daxuyaniyekê hedefgirtina erebeyeke sivîl li nêzî kampa Newroz a li bakur rojahilatê Dêrikê ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ve, dema ji merasîma bîranîna şehîd Hevrîn Xelef vedigeriya şermezar kir.

​​​​​​​Şêniyên Dêrikê hedefgirtina erebeyeke sivîlan ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir
12 cotmeh, 2022   17:27
QAMIŞLO

Şênî li cihê bûyerê li nêzî kampa Newroz a koçberên Serêkaniyê û Girê Spî kom bûn 

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Hisên Remdan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku van hedefgirtinên berdewam ên dewleta Tirk, destwerdana dewletên garantor ku li hember van sûcan bê deng maye, di komkujiyên dewleta Tirk li dijî sivîlan, îsbat dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew li hember komkujiyên dewleta Tirk li dijî şêniyên herêmê, bê deng namînin û dê tola xwe ji hevkarên dewleta Tirk û çeteyên wê hilînin. Her wiha soz da gel ku tola şehîdan hilînin û asta têkoşîna li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê, bilind bikin.

 (dm)

ANHA