Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêje, berdewam e

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriye Mîhrîcana 6'mîn a Osman Sebrî orgenîz kir. Di roja duyemîn a mîhrîcanê de helbest hatin xwendin û semîner hatin dayin.

Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêje, berdewam e
12 cotmeh, 2022   17:57
QAMIŞLO

Nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), rewşenbîr û wêjevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl a Qamişlo li mîhrîcanê hazir bûn.

Di roja duyemîn a mîhrîcanê de, destpêkê şevbuhêrkek bi zimanê kurdî ji aliyê helbestvan Ebdulselam Xoce ve û bi zimanê erebî ji aliyê helbestvan Celaa Hemzawî ve hat pêşandan. Paşê nivîskar Dilawer Zengî semînerek li ser rola Osman Sebrî di pêşxistina wêjeya kurdî de da.

Zengî behsa jiyana wêjevan û siyasetmedar Osman Sebrî û rola wî di tevgera siyasî ya Kurdî û wêjeya Kurdî de kir.

Mîhrîcan dê sibe bi dawî bibe. Her wiha biryar e ku di roja sêyemîn a mîhrîcanê de mûzîk û sînevzyonê were pêşandan, her wiha dê navên kesên ku di pêşbirka mîhrîcanê de di warê romanan de bi ser ketine, werin ragihandin.

(dm)

ANHA