​​​​​​​QSD’ê nasnameyên 5 şehîdên xwe eşkere kirin

QSD’ê nasnameyên 5 şervanên xwe eşkere kirin ku li Eyn Îsayê şehîd bûne û soza tolhildana wan da.

​​​​​​​QSD’ê nasnameyên 5 şehîdên xwe eşkere kirin
12 cotmeh, 2022   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên xwe yên ku li Eyn Îsayê şehîd bûne, eşkere kir.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû cûreyên çekan û balafirên bêmirov ên biçek didomîne, ku avahî û xaniyên welatiyan û şervanên di bendên leşkerî de hedef digire.

Tevî ku peymana agirbestê ya di navbera Amerîka û dewleta Tirk a dagirker û Rûsyayê de 3 salên xwe derbas kirine jî, lê dîsa Tirkiyê pabendî tu bendan ji wê peymanê nebûye. Berovajî wê, hertim hewl da bi rêya êrişên xwe û pêkanîna komkujiyan rûbera dagirkirina xwe berfirehtir bike û aramiya herêmên me têk bibe.

Li hember wan êrişan jî, şervanên me berxwedaneke dîrokî didin meşandin û bi qehremanî êrişên dagirkerî û çeteyên wê têk dibin.

Em wek QSD’ê şehîdbûna 5 şervanên me ku di encama topbarana dagirkeriya Tirk a li dijî bajarokê Eyn Îsayê de şehîd bûne, radigihînin.

Navên şehîdan wiha ne:

Îbrahîm Silêman Mihêmîd (Firat), Hisên Cîhad Hisên (Kendal), Hemed Elî Beşar (Êriş Hemdûş), Mihemed Salim El Hezal (Cewad) û Hîlal Mihemed El Mihemed (Mesûd).

Em sersaxiyê ji xwe, malbatên şehîdên xwe û gelê xwe  re dixwazin û di heman demê de em teqez dikin ku îrade û hêza me ya pêkanîna serkeftinê û tolhildana şehîdên xwe zêdetir dibe.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Navê şoreşgerî: Firat

Navê û paşnav: Îbrahîm Silêman Mihêmid

Navê dayikê: Ferce

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor 1997’an

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa di 9’ê Cotmeha 2022’an de

Navê şoreşgerî: Kendal

Navê û paşnav: Hisên Cîhad Hisên

Navê dayikê: Sewra

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor – Kesra 2002’an

Cih û dîroka şehadetê : Eyn Îsa di 10’ê Cotmeha 2022’an de

Navê şoreşgerî: Êriş Hemdûş

Navê û paşnav: Hemed Elî Beşar

Navê dayikê: Emîne Hesûn

Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê – Henkûş 2000

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa di 9’ê Cotmeha 2022’an de

Navê şoreşgerî: Cewad

Navê û paşnav: Mihemed Salim El Hezal

Navê dayikê: Asriye

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor – Kesra 2004’an

Cih û dîroka şehadetê : Eyn Îsa di 10’ê Cotmeha 2022’an de

Navê şoreşgerî: Mesûd

Navê û paşnav: Hîlal Mihemed El Mihemed

Navê dayikê: Fatim

Cih û dîroka jidayikbûnê: Eyn Îsa 2002’an

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa di 10’ê Cotmeha 2022’an de

(mh)