​​​​​​​Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê soza parastina mîrasa şehîdan da

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê, şehîd Hevrîn Xelef di salvegera 3’emîn a şehadeta wê de bi bîr anî û soz da hemû şehîdên azadiyê ku heta azadkirina tevahiya jinan ji zilm û zordestiyê, ew ê li ser şopa wan bin.

​​​​​​​Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê soza parastina mîrasa şehîdan da
12 cotmeh, 2022   16:52
TEBQA

Îro, 12’ê Cotmehê salvegera 3’yemîn a şehadeta sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef e. Ji bo bîranîna wê jî, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê merasîmek li dar xist.

Di serî de ji aliyê endama rêveberiya baxçeya Cîhana Zarokan Huda El Qetran ve daxuyaniya nivîsgehê hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di salvegera şehadeta wê ya 3’emîn de, hîn jî xemgîniya hedefgirtina sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê, şehîda aştî, welatparêzî û biratiya gelan, Hevrîn Xelef di bîra me de ye, ku kedek mezin ji bo Sûriyê û yekitiya wê da. Armanca şehîd Hevrîn ew bû ku Sûriye bibe dewleteke demokratîk.

Lê belê destê xiyanetê ji hêviyên wê leztir bûn. Şehadeta Hevrîn Xelef dide diyarkirin ku dagirkerî projeya me hedef digire û dixwaze wê têk bibe. Di hemwextî şehîdkirina şehîd Hevrîn de operasyona “Kaniya Aştiyê” dest pê kiribû ku ji bilî kuştin, talankirin û dagirkirina xaka Sûriyê tu encam nedan.

Hişmendiya ku Hevrîn Xelef hedef girtiye heman hişmendî ye ku Nagihan Akarsel, Zeyneb Mihemed, Jîna Emînî, Hind, Seda, Zehra, Barîn Kobanê, Anûş Ebîtyan û Çîçek Kobanê jî hedef girtine. Ev pergal guhertin, azadî û demokratiyê red dikin ku li ser hebûn, zordestiya xetere dibînin ji ber wê jinan dikin kole û civakeke çewisandî ava dikin.

Ev sûc û binpêkirin tev li hember bêdengiya navneteweyî û durûtiya pîvanan di danûstandina bi sûcên kuştina jinan de ji aliyê pergalên faşîst ên baviksalarî ve tên kirin.  

Em van sûcên li dijî jinan, ên ku ji aliyê pergalên şofanîst ve, di serî de dagirkeriya Tirk û rêjîma Îranê ve tên kirin, şermezar dikin û soz didin hemû şehîdên azadiyê ku heta azadkirina tevahiya jinan ji zilm û zordestiyê, em ê li ser şopa wan bin.”

 (mh)

ANHA