Li Kobanê Mîhrîcana 3`yemîn a Şehîd Bawer Agir dest pê kir

Bi dirûşma "Bi ruhê fedayîtiya gerîla çanda şoreşgerî mezin bikin azadiya rêber Apo misoger bikin" îro li Kobanê Mîhrîcana 3'yemîn a şehîd Bawer Agir dest pê kir.

Li Kobanê Mîhrîcana 3`yemîn a Şehîd Bawer Agir dest pê kir
12 cotmeh, 2022   17:08
KOBANÊ

Mîhrîcana ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firat orgenîz kirî li qada Jina Azad a li navenda bajêr dest pê kir. Bi sedan şêniyên kantona Kobanê tê de hazir bûn.

Cîgira Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jînda Yusif axivî û got: “Destê xiyanetê dirêjî mekirin û li dijî rêber Abdullah Ocalan komplo pêk anîn. Ev komplo careke din nû kirin û axa me dagir kirin da ku projeya demokratîk derbe bikin.”

Jînda Yusif daxuyand ku ji zêdetîr serdemekê ve li dijî Kurdan komkujiyan pêk tînin, lê belê îro bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan Kurd serî hilda.

Jînda Yusif wiha domand: “Di Tevgera Rizgariya Kurdistanê de bi hezaran ciwan hene ku ji bo ewlehiya me, canê xwe feda dikin. Ji ber wê, madem gerîla heye û li hember dagirkeriya Tirk li çiyayên Kurdistanê li ber xwe dide, êdî metirsî li ser kurdan tune ye.”

Di mîhrîcanê de komên ji Reqa, Minbic û Kobanê hatin berhemên xwe pêşandan.

Mîhrîcan dê sibe pêncşem bi dawî bibe.

Hêjayî gotinê ye ku ê şehîd Ahmet Akyuz (Bawer Agir) di 13'ê Cotmeha 2019'an de li gundê Hiwêce yê Girê Spî di berxwedana li dijî dewleta Tirk de şehîd bû.

(dm)

ANHA