​​​​​​​Însyiatîfa Li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî

Însiyatîfa Li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan bi daxuyaniyekê şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide şoreşa jinan têk bibe û divê li hember êrişên qirkirin û dagiekeriyê hevgirtineke xurt pêk bê.

​​​​​​​Însyiatîfa Li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî
12 cotmeh, 2022   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan a ji bo ewlehî û aştiyê, îro çarşemê bi boneya salvegera 3’yemîn a şehadeta sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef daxuyaniyek da.

Însiyatîfê di daxuyaniya xwe de hemû şehîdên jin ên ku ji bo azadiya jinan û pêkanîna aştî, dadmendî û demokrasiyê xwe feda kirine, wek Aysil Doxan, Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr, Anûş Ebîtyan, Jîna Emînî, Zeyneb Mihemed û Nagihan Akarsel bi bîr anîn.

 ‘SERÎ NATEWÎNIN’

Her wiha însiyatîfê berxwedana bêhempa ya têkoşeran li zîndanên faşîzma Tirk de ya li hember hemû cûreyên îşkenceyê silav kir.

Însiyatîfê her wiha got: “Di encama sûcên ku rojane li dijî mirovahiyê tên kirin de, di serî de jin zirara herî mezin dibînin nexasim ku îsal sûcên li dijî jinan di rewşên şer de zêdetir bûne. Jin li Ukraynayê ji ber rewşa şer gelek zehmetiyên koçberiyê dibînin, her wiha ji aliyê Tevgera Talîbanê ya Efganîstanê ve jî gelek sûc û êrişên qirkirinê bi armanca têkbirina îradeya wan, li dijî wan tên pêkanîn.”

Însiyatîfê balkişand ser sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li herêmê pêk tîne û got ev sûc digihêjin asta sûcên şer ji ber destekê dide rêxistinên terorîst, li Rojhilata Navîn belav dike, di dewletên herêmî û bakurê Afrîkayê de destwerdanê dike û aramiya wan deveran têk dibe, ji van hemûyan armanc dike kirîza xwe ya hundirîn derxe derve nexasim piştî ku hemû partî, rewşenbîr, rojnamevan û muxalifên siyasetên wê girtin.

Her wiha însiyatîfê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker rûyê xwe yê rastîn eşkere kir ji ber wê hewl dide bi hemû rêbazan vîna jinan û projeya demokratîk li herêmê têk bibe. Ji bow ê bi hemû rêbazan êrişî Başûrê Kurdistanê, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

LI ÎRANÊ SERHILDANÊN GEL PERGALA FAŞÎZMÊ HEJAND

Însiyatîfê îşaret bi serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir û got: “Divê em xwedî li şoreşa li Îranê ya ku hefteya xwe ya 4’emîn derbas kiriye, derkevin. Ev şoreş li seranserî bajarên Îranê belav bû û jin bi piştgiriya xwe jê re, pergala faşîzmê hejand, her wiha ku piraniya qurbaniyên xwepêşandanan jin û zarok in, ji ber wê jî ev şoreş bi pêşengiya jin û bi silogana “Jin, Jiyan, Azadî” tê meşandin.”

 ‘DIVÊ JIN RASTIYA REWŞA ROJANE BAŞ NAS BIKIN Û XWE LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û QIRKIRINÊ BI RÊXISTIN BIKIN’

Îsniyatîfê daxuyand ku serdema 21`an bi serdema herî îlmanî ku tê de hejmara saziyên hiqûqî zêde bûne lê di rastiyê de ev sazî girêdayî siyaseta dewlet û hêzên hegemonîk in ku di radeya yekemîn de li berjewendiyên xwe digerin û tu helwest li hember sûcdan û sûcdarên şer nîşan nadin. Nexasim li hember sûcên li dijî jinan tên kirin ku pêşengiya tevgera guhertinê dikin, ji ber wê însiyatîfê bang li wan rêxistinan kir ku erkên xwe bînin cih, ewlehî, aştî û mafên sivîlan û jinan biparêzin.

Însiyatîfa Li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan di dawiya daxuyaniye xwe de, soz da hemû şehîdan ku li ser şopa wan bin; ji ber ku doza jinan li ku derê be jî, her ew doz e û her ew zehmetî ye, her wiha ku ew ê li hember hemû cûreyên dagirkerî û qirkirinê û bi hevgirtina xwe û silogana “Jin, Jiyan, Azadî” azadî, aştî û ewlehiyê pêk bînin.

(mh)

ANHA