Komîteya Koçberên Serêkaniyê nameyeke protestoyî ji Wezareta Derve ya Rûsya re şand

Nûnerên Komîteya Koçberên Serêkaniyê nameyeke protestoyî ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê re û kopiyek jê ji Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê re şandin. Tê de bang kir ku fişar li çeteyên dewleta Tirk a dagirker bê kirin da ku ji herêmê dagirkirî derkevin û vegereke ewle ji koçberan re dabîn bikin.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê nameyeke protestoyî ji Wezareta Derve ya Rûsya re şand
12 cotmeh, 2022   15:04
QAMIŞLO

Di çarçoveya hemleya “Vegera ewle mafê me yê rewa ye” de ku Komîteya Koçberên Serêkaniyê di 8`ê Cotmehê de ragihandiye, komîteyê îro nameyeke protestoyî radestî Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser da ku ji Wezareta Derve ya Rûsyayê re rêkin, piştî ku kopiyek wê radestî Fermandariya Navendî ya Koalîsyona Navneteweyî ya li Sûriyê bikin ku navenda wê li Hesekê ye.

Komîteya ku ji endamên Nivîsgeha Têkiliyên a Koçberên Serêkaniyê; Anahîta Sîno, Ciwan Sîno, Şêrwan Sîroklî, Silêman Xelîl û Mihemed Salih Atiye pêk hatî, serdana Daîreya Têkiliyên Derve kir da ku alîkariya wan bikin û nameya protestoyî bişînin wezîrê karên derve yê Rûsya Sergy Lavrov, piştî ku kopiyek jê bişinin Koalîsyona Navneteweyî.

Cîgirê hevserokatiya daîreyê Robîl Beho, endamê rêveberiya kar û barên mirovî Xalid Îbrahîm û endama rêveberiya kar û barên rêveberî û rêxistinî ya daîreyê Gulistan Elî, şandeya komîteyê pêşwazî kir.

Di serdanê de endamên komîteyê behsa encamên dagirkirina her du bajaran Serêkaniyê û Girê Spî, redkirina dagirkirina herêmê ji aliyê şêniyan ve, guhertina demografiyê ku li herêmê pêk tîne ku li şûna şêniyên resen malbatên çeteyan bi cih dike kir. Her wiha bêdengiya koalîsyonê şermezar kir.

Endamên daîreyê jî, destnîşan kirin ku ew piştgiriyê didin nameya protestoyî û diyar kirin ku daxwaz û mafên wan rewa ne. Komîteyê spasiya daîreyê kir ku dê nameya wan bigihîne Wezareta Derve ya Rûsyayê.

ANHA