​​​​​​​Şîrketên Tirkiyê cenazeyê şehîd Nagîhan Akarsel nebir

Du şîrketên rêwîyan ên hewayî yên Tirkiyê ‘Pegasus’ û ‘Turk Hava Yollari’ li ser daxwaza dewleta Tirk birina cenazeyê şehîd Nagîhan Akarsel red kir.

​​​​​​​Şîrketên Tirkiyê cenazeyê şehîd Nagîhan Akarsel nebir
12 cotmeh, 2022   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN 

Akademîsyen, rojnamevan û endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel 4’ê Cotmehê li ber mala xwe ya li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê di encama êrişeke çekdarî ya MÎT’a Tirk de şehîd ketibû.

Li gorî nûçeya Rojnewsê piştî ku endamên malbata Nagîhan Akarsel û şandeyeke HDP’ê çû Başûrê Kurdistanê, cenaze ji Silêmaniyê ber bi Hewlêrê ve hate şandin. Nêzî 5 roj e ku cenaze li Hewlêrê dihate rawestandin û bi hincetên cuda şandina cenaze dihate astengkirin, tevî ku bîlet jê re hate birîn jî li ser daxwaza dewleta Tirk şandina cenaze bi rêya hewayî hate astengkirin.

Li gorî agahiyan 5 roj e malbat û şande li Hewlêrê bi kar û barên yasayî yên şandina cenaze re mijûl bûn, lê şîrketên rêwîyan ên hewayî yên Tirkiyê ‘Pegasus’ û ‘Turk Hava YollarO’ birina cenaze red kir.

Li ser vê yekê malbat û şandeya HDP’ê cenazeyê Nagîhan Akarsel bi rêya bejahî ber bi Bakur ve hate şandin. Cenaze di van kêliyan de li deriyê sînor ê Birahîm Xelîl e û dê derbasî Bakurê bê kirin.