Hevala me Dilîşan di salvegera 5`emîn a şehadeta xwe de hat bibîranîn

Rojnamevanên herêma Firatê û Minbicê û malbata şehîd Dilîşan, di salvegera 5`emîn a şehadeta wê de şehîd Dilîşan Îbiş li Goristana Şehîd Dicle ya başûrê Kobanê bi bîr anî.

Hevala me Dilîşan di salvegera 5`emîn a şehadeta xwe de hat bibîranîn
12 cotmeh, 2022   10:55
KOBANÊ

Bi dehan hevalên şehîd Dilşan Îbiş, endamên Meclisa Yekitiya Ragihandina Azad (YRE) û kesayetên ji partiyên siyasî yên herêma Firatê û Minbicê bi merasimekê şehîd Dilîşan Îbiş bi bîr anî.

Nûçegihanên me Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed di dema şopandina Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê di 12`ê Cotmeha 2017`an de li ser rêya Xurafî ya di navbera Hesekê-Dêrazorê de di teqîneke xwekujî de şehîd bûn. Nûeçgihanê me Rizgar Denîz jî di heman êrişê de birîndar bû û di 20`ê Kanûna heman salê de gihîşt şehadetê.

Di heman êrişê de 14 welatiyên din şehîd bûn.

Merasima bîranîna şehîd Dilîşan bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre Koordînasyona Yekitiya Ragihandina Jin a herêma Firatê daxuyaniyek da. Endama ajana Nû JINHA û endama koordînasyonê Berçem Cûdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de şehîd Dilîşan û hevryên wê yên pê re şehîd bûne hatin bi bîranîn û hate gotin ku Dilîşanê bendê tirsê derbas kir û heta şehadetê têkoşiya.

Hate destnîşankirin ku şehîd Dilîşan bi xwe re dirust bû û rêya şehîdên azadiyê şopand û îroj ji bo her jinekê nimûne ye û wiha dewam kir: “Şehîd Dilîşan aşiqa ragihandinê bû, hewl da rastiyê ragihîne bi taybet jî kiryarên çeteyên DAIŞ`ê li dijî jinan.”

Di daxuyaniyê de soza dewamkirina rêya şehîdan û pêkanîna armancên ji bo wan şehîd bûne, hat dayîn.

Di dawiya merasimê de gul li ser gora şehîd Dilîşan hatin danîn.

(cx)

ANHA