​​​​​​​Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir

Piştî banga grevê, îro li Rojhilatê Kurdistanê dikandaran deriyên dikanên xwe venekirin û greva giştî dest pê kir.

​​​​​​​Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
12 cotmeh, 2022   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê duh di roja 25’an de serhildana li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî dewam kir. Duh bi şev taybet li bajarên Sine, Urmiye, Mehabad, Bane, Merîwan û Seqizê gelek çalakî hatin lidarxistin. Her wiha li gelek bajarên Îranê jî bi heman boneyê çalakî hatin lidarxistin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, îro li bajarên Sine, Urmiye, Kirmaşan û gelek bajarên din li dijî desthilata Îranê, dikandaran deriyên dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar. Ji serê sibehê ve li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kiriye.

201 KES HATINE QETILKIRIN

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê hejmara nû ya xwepêşanderên ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin, belav kiribû. Li gorî daxuyaniyê heya niha herî kêm 201 kes ku 23 ji wan zarok in, ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne û hezaran kes jî hatine destgîrkirin.