​​​​​​​Keşfên biçek li Mexmûrê digerin

Balafirên bêmirov ên biçek ji danê siharê ve li ser wargeha penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) digerin.

​​​​​​​Keşfên biçek li Mexmûrê digerin
12 cotmeh, 2022   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Rojnewsê, du balafirên bêmirov û biçek ku nayê zanîn girêdayî kîjan alî ne, ji danê siharê ve li ser wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê digerin. Di van kêliyan de jî gera balafiran bi nizmî dewam dike.

Duh jî zêdetirî 4 saetan 3 balafirên bêmirov û biçek li ser wargeha Mexmûrê digeriyan.