​​​​​​​Li Babê û Efrînê şerê çeteyan dewam dike

Şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li gund û navçeyên kantona Efrînê ya dagirkirî û bajarê Babê dewam dike. Tê gotin ku ji welatiyan kuştî û birîndar çêbûne.

​​​​​​​Li Babê û Efrînê şerê çeteyan dewam dike
12 cotmeh, 2022   12:04
ŞEHBA

Çavkaniyên xwecih ên ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li gund û navçeyên bajarê Efrînê û bajarê Babê yê dewam dike. Şer beriya 2 rojan li navenda bajarê Babê yê dagirkirî di navbera çeteyên “Firqeya El Hemze” û “Cebhe Şamiyê” de dest pê kiribû.

Karwanên leşkerî yên çeteyên Heyet Tehrîr Şam duh sêşemê ji dergehê Dêr Belût derbasî gundewarên Cindirêsê û Xezawiyê ya gundewarên Şêrawayê bûn ku tê de çekên navîn û giran ji herêma Idlibê anîn.

Çavkaniyan da zanîn ku li ser wê yekê di navbera çeteyên Heyet Tehrîr Şam, Firqeya El Hemze û Ehrar Şam ji aliyekî ve û çeteyên Cebhe Şamiyê ji aliyekî din, li gundên Dêr Belût, Mehmediyê û derdora navenda navçeya Cindirêsê, gundê Basûtê, Berc Ebdalo û Eyn Darê yê navçeya Şêrawayê, şer rû daye. Ev şer heta niha jî berdewam in.

Çeteyên Sultan Suleyman Şah, Ceyş El Îslam û Feyleqa Duyemîn li dijî Cebhe Şamiyê, piştgirî da çeteyên El Hemze. Çeteyên Ehrar Şerqiyê, Tevgera Nûredîn Zenkî jî piştgiriyê didin çeteyên Cebhe Şamiyê.

Şerê di navbera çeteyên Cebhe Şamiyê û çeteyên Sultan Suleyman Şah li gundên navçeyên Mabeta û Şiyê, gundên Til Betal, Sosiyan, Ebla, Hezwan, Kiêbê, Qibêsîn û Dabiq yên girêdayî Babê jî dewam dike.

Di encama şerê berdewam de, çeteyên Cebhe Şamiyê dest danîn ser gelek baregehên çeteyên El Hemze li Babê û gundewarên wê û gundên Bablêt, Kewkebê, Tilfê, Firîriyê, Kefer Zîtê, Qijûma, Çolaqa, Feqîra, Til Hemo yên girêdayî navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî.

Çavkaniyan îro ragihand ku çeteyên Ehrar Şerqiyê wesayîteke leşkerî ya çek li ser hatine zêdekirin ya girêdayî çeteyên Heyet Tehrîr Şam bi moşekekê li gundê Dêr Belût ê nêzî sînorên Sûriye-Tirkiyê li navçeya Cindirêsê, kiriye hedef.

Çavkaniyên din jî ragihand ku li kampa Dêr Belûtê, Mehmediyê yên Cindirêsê ji welatiyan kuştî û birîndar çêbûne, her wiha rêyên diçin Cindirêsê, Mabeta û Şiyê hatine girtin, rêya diçe Babê jî hatiye birîn.

Çavkaniyên herêmî her wiha ragihand ku çeteyên Heyet Saîrûn jî, kombûneke çeteyên Heyet Tehrîr Şam li gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa bi çekên giran topbaran kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên Sultan Suleyman Şah, Sultan Mûrad, Lîwa Semerqend, Heyet Tehrîr Şam, Ceyş El Îslam, Ehrar Şam ên piştgiriyê didin Firqeya El Hemze herî zêde nêzî dagirkeriya Tirk û MÎT`ê ne û piraniya endamên wan Tirkmen in.

Komên ku piştgiriyê didin Cebhe Şamiyê jî ev in; Tevgera Tehrîr û Bîna, Ceyş Şerqiyê, Heyet Saîrûn, Ceyş Mucahîdîn, Cebhe Îslamiyê, Tevgera Hezim, Kombûna Isteqêm, Lîwa Tewhîd, Lîwa El Heq, Tabûrên Ensar Şam û ji şêniyên Xûta Rojhilat a bajarê Şamê ne, her wiha çeteyên Ehrar Şerqiyê ji gundewarên Dêrazorê ne.

(cx)

ANHA