Şehîd Êriş Hemdûş li Kobanê bi merasimekê hat oxirkirin

Şêniyên herêma Firatê îro cenazeyê şehîd Êriş Hemdûş li Goristana Şehîd Dicle ya li başûrê Kobanê oxir kir û tekez kir ku her kesê hewl bide li pêşiya wan bisekine, dê çarenûsa wan wekî ya DAIŞ`ê be.

Şehîd Êriş Hemdûş li Kobanê bi merasimekê hat oxirkirin
Şehîd Êriş Hemdûş li Kobanê bi merasimekê hat oxirkirin
Şehîd Êriş Hemdûş li Kobanê bi merasimekê hat oxirkirin
Şehîd Êriş Hemdûş li Kobanê bi merasimekê hat oxirkirin
12 cotmeh, 2022   13:00
 KOBANÊ

Şêniyên herêma Firatê û endamên saziyên sivîl, kesayetên ji partiyên siyasî yên herêm beşdarî merasima oxirkirina cenazeyê şervanê Hêzên Komandos Hemed Beşar (Êriş Hemdûş) bûn, ku di 9`ê Cotmehê de li navçeya Eyn Îsayê di êrişa hewayî ya dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû.

Di merasimê de endama rêveberiya Meclisa Navçeya Qinayê Suad Eldemir wiha axivî: “Têkoşîna me berdewam e, rêya xayinan kin e, çi bikin jî dê nikaribin berxwedan û israra me têk bibin. Her kesê hewl bide li pêşiya me bisekine, dê çarenûsa wan wekî ya DAIŞ`ê be.”

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce jî got: “Komploya li dijî me pir mezin e, dewletên mezin li pişt wê ne wekî dewleta Tirk a dagirker û Îranê, ku hewl didin berjewendiyên xwe pêk bînin û nexşerêyeke nû ji herêmê re xêz bikin û hin herêman tev li xaka xwe bikin.”

Ehmed Xoce piştrast kir ku ew xwediyên projeyeke demokratîk in ku dê hemû planan û timayên derve pûç bike û got: “Îro şehîdên me dibêjin êdî bese û welatekî ewle ji me re ava dikin ku tê de hemû pêkhate bi azadî bijîn.”

Xoce her wiha bang li şêniyên herêmê kir ku xayinan ji nav xwe derxin û rê nedin wan ku aramî û istiqrara herêmê têk bibin.

Di dawiya merasimê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin û cenazeyê wî li Goristana Şehîd Dicle hat veşartin.

(cx)

ANHA