Ciwana êzidî Sewsen Heyder piştî 8 salan vegeriya cem malbata xwe

Jina êzidî Sewsen Heyder ku beriya 8 salan ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû revandin û di qonaxa duyemîn a Pênava Mirovî û Ewlehiyê de hatibû rizgarkirin, gihaşt Şengalê.

Ciwana êzidî Sewsen Heyder piştî 8 salan vegeriya cem malbata xwe
12 cotmeh, 2022   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Sewsen Heyder (24) di dema êrişa li ser Şengalê ya 3`yê Tebaxa 2014`an de tevî 9 endamên malbata xwe ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû revandin. Piştî 8 salan ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve li kampa Holê hat rizgarkirin. Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jî radestî malbata wê kir.

Li gorî Rojnewsê, Sewsen piştî gihîşt Şengalê got: “Rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst di dema êrişa li ser Şengalê de ez û malbata min revandin, jin û mêr ji hev cuda kirin, piştre ez birim parêzgeha Enbarê, piştre Mûsilê, paşê jî birim Reqayê.”

Sewsen destnîşan kir ku DAIŞ`ê bazirganî bi jin û zarokan dikir û tirs dixist dilê wan ku civaka êzidî nema wan qebûl dike û wiha pê de çû: “Ez birim herêma Meyadîn, Bokemal, Hecîn, Baxozê. Piştî rizgarkirina Baxozê ji aliyê QSD`ê ve, em birin kampa Holê, li wir, li beşa Muhacirat 4 salan mam.”

Sewsen spasiya QSD/YPJ`ê kir ku ew di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de rizgar kir, her wiha ji ber vegera xwe li malbata xwe, kêfxweşiya xwe nîşan da.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Ilyas jî ji Rojnewsê re got: “Em bi vegera revandiyan kêfxweş in. em rola YPJ`ê di rizgarkirina jinên êzidî de pîroz dikin. Em spasiya QSD, YPJ`ê û Mala Êzidiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.”

Hefteya borî, YPJ`ê bi serkêşiya berdevka xwe Rûken Mihemed ciwana êzidî Sewsen Heyder radestî YBŞ`ê kiribû da ku li malbata wê vegerînin.

(cx)