5 sal di ser şehadeta Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed re derbas bûn

Di ser şehadeta nûçegihanên ajansa me Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed re 5 sal derbas dibin ku di dema şopandina Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûbûn.

5 sal di ser şehadeta Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed re derbas bûn
12 cotmeh, 2022   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro (12`ê Cotmehê) salvegera 5`emîn a şehadeta nûçegihanên ajansa me Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed e.

Nûçegihanên ajansa me ANHA’yê di dema şopandina reva welatiyan ji herêmên ku DAIŞ`ê li Dêrazorê rizgar kirine, şehîd bûn. Çeteyên DAIŞ`ê li ser rêya El Xurafî ya di anvbera Hesekê-Dêrazorê de 2 erebeyên bombebarkirî teqandin û li dijî welatiyan komkujî pêk anî.

Teqîn 12`ê Cotmeha 2017`an saet di 18:30`an de çêbû, di encamê de Dilîşan û Hogir û 14 welatiyên din şehîd bûn. Nûçegihanê ajansa me Denîz Rizgar jî birîndar bû û di 20`ê Kanûna heman salê de ji ber birînên xwe yên giran şehîd bû.

DILÎŞAN ÎBIŞ

Dilîşan Îbiş di 26`ê Îlona 1991`an de li bajarê Kobanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû.

Bi destpêkirina şoreşê re Dilîşan tev lê bû, wê demê xwendekara sala duyemîn a Peymangeha Rêveberiya Kar a Zanîngeha Helebê bû, lê dev ji xwendinê berda û tev li şoreşê bû ku di 19`ê Tîrmeha 2012`an de ji Kobanê dest pê kir.

Ji baweriya ku dikare dengê şoreşê û doza jinan bigihîne cîhanê, Dilîşanê di Radyo Dengê Kobanê de kar kir ku di 11`ê Mijdara 2012`an de hatibû vekirin. Her wiha beşdarî pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê (1`ê Hezîrana 2016) bû.

Dilîşanê li kêleka nûçegihanê Ronahî TV şehîd Mistefa Mihemed, pêngava rizgarkirina gund û bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê şopand. Şehadeta Mistefa di 18`ê Tîrmeha 2016`an de bandor li Dilîşanê kir, lê belê rêya wî ya veguhestina rastiyê şopand.

Di dawiya 2016`an de Dilîşan tev li xebatên ajansa me bû û wekî nûçegihan demekê li bajarê Qamişlo kar kir, lê belê bi israr bû ku bibe nûçegihana şer û pêngavên li dijî çeteyên DAIŞ`ê bişopîne.

Dilîşan beşdarî şopandina pêngava rizgarkirian Reqayê bû û heta dema şehadeta xwe tevî Hogir û Rizgar kar kir û Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêrzorê şopand.

HOGIR MIHEMED

Nûçegihanê me Hogir Mihemed sala 1991`an li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê çavê xwe li dinê vedike. Ew di nava malbateke welatparêz de li ser fikrê rêber Abdulllah Ocalan radibe.

Ruxmî zîrekiya wî û hezkirina wî ji xwendinê re jî, lê belê dev ji xwendinê berdide û di biçûkaniya xwe de tevî bavê xwe di çandiniyê de kar dike.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re Hogir tev li YPG`ê dibe, wekî ajokarekî ji bo veguhestina çekan û alavên leşkerî ji bo şervanan kar dike û cihê xwe di hemû pêngavên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de ddigire.

Bi destpêkirina Pêngava Bagera Cizîrê re Hogir xwest bi sîfeta rojnameger e ku rastî, bûyerên şer û azarên şêniyên herêmên dagirkirî ji cîhanê veguhêze û eşkere bike. Lê di teqîna ku welatiyên ji DAIŞ’ê direvin li ser rêya Xerafî ya di navbera Dêrazor û Hesekê de şehîd bû.

NAVÊN DILÎŞAN Û HOGIR DI MEZINTIRÎN MUZEXANEYA ROJNAMEGERIYÊ DE NE

Di 4’ê Hezîrana 2018’an de, muzexaneya Newseum ku mezintirîn muzexaneya taybet a nûçe û rojnamegeriyê ye ya li paytexta Amerîkayê Washingtonê ye, navên her du şehîdan Hogir Mihemed û Dilîşan Îbiş li ser dîwarên camî yên mûzeyê û 16 navên rojnamegerên din ên li seranserî cîhanê nivîsandin.

JI BO ZINDÎKIRINA BIRANÎNÊN WAN

Ji bo qîmetdayîna kedên wan û zindîkirina bîranînên wan hevrêyên wan her sal bi merasîmekê wan bi bîr tînin.

Roja çarşemê li Goristana Şehîdan a Dîcle ya li Kobanê merasîma bîranîna şehîd Dilîşan Îbiş tê lidarxistin.

Li gorî endama Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Canê Xemgîn sibe li Goristana Şehîdan a Delîl Sarûxan, şehîd Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed, Zirgar Denîz, Seed Ehmed, Mıhemed Reşo, Dilovan Gever, Wedat Erdemci tên bibîranîn.

Seed Ehmed nûçegihanê ANHA’yê, Mihemed Reşo ya Çira TV, Dilovan Gever nûçegihana Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê, rojnameger Dat Ardemcî di rojên cuda yên 2019’an de, dema êrişa dagirkeriya Tirk li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî de şehîd bûbûn.

ANHA