​​​​​​​Artêşa Tirk gundên Şêrawa û Şehbayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên sibehê de gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kir, her wiha di van kêliyan de gundên Bêlûniyê û Til Ecar ên kantona Şehbayê topbaran dikin.

​​​​​​​Artêşa Tirk gundên Şêrawa û Şehbayê topbaran dike
12 cotmeh, 2022   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, di saetên sibehê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran kir.

 Di van kêliyan de dagirker gundên Bêlûniyê û Til Ecar ên kantona Şehbayê topbaran dikin.

(fr)

ANHA