​​​​​​​Çavkaniyên ji Efrînê: Di şerê çeteyan de 3 jin hatin kuştin

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku di şerê çeteyên Heyet Tehrîr Şam û Cebhe Şamiyê de 3 jin ku yek ji wan ducanî ye, hatine kuştin û gelek zarok jî birîndar bûne.

​​​​​​​Çavkaniyên ji Efrînê: Di şerê çeteyan de 3 jin hatin kuştin
12 cotmeh, 2022   09:54
 ŞEHBA

Çavkaniyên herêmî yên ji Efrînê da zanîn ku di encama şerê çeteyên Heyet Tehrîr Şam û Cebhe Şamiyê yê li Efrîna dagirkirî ku tê de çekên giran û tank hatin bikaranîn, 3 jin hatine kuştin. Ji wan jinan yek bi navê Fatima Mehmûd El Ebid e û ducanî ye û ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa ye.

Her wiha li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî çeteyên Heyet Tehrîr Şam (Cebhet Nusra ya berê) û çeteyên Cebhe Şamiyê baregehên hev topbaran dikin.

(cx)

ANHA