Îbrahîm Şêxo: Divê provokasyonên komên çekdar ên Nibul û Zehrayê bên sekinadin

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo bang li rûspiyên bajarokên Nibul û Zehra yên li bakurê Helebê kir ku tevgerên provokatîf ên ku hin komên çekdar ên li her du bajarokan li dijî koçberên Efrînê yên li Şehbayê dikin, rawestînin.

Îbrahîm Şêxo: Divê provokasyonên komên çekdar ên Nibul û Zehrayê bên sekinadin
12 cotmeh, 2022   06:56
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Komên çekdar ên li bajarokên Nibul û Zehrayê rêya di navbera kantona Şehba û bajarê Helebê de girt.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo têkildarî mijarê wiha axivî: “Tiştê ku zehmetiyên koçberên Efrînê ji beriya 4 salan di kampan de zêde dike, qutkirina rêya Şehba-Helebê ji aliyê milîsên girêdayî Îranê ve ye. Nexasim ku ev rêya sereke ya koçberên Efrînê ye ji ber ku ew pêdiviyên xwe yên sereke bi wê rêyê pêk tînin, wek veguhastina nexweşan ji bo nexweşxaneyên bajêr. Her wiha tê zanîn ku ev rê ji bo armancên aborî ji aliyê milîsên girêdayî Îranê ve û bi taybetî komên “Hesen El Zem” ve tê bikaranîn.”

Şêxo diyar kir ku şêniyên Efrînê di 2013’an de dema Nibul û Zehra ji aliyê Cebhet El Nusra û DIAŞ’ê ve hatin dorpêçkirin, destek dan şêniyên wan bajarokan, lê tevî wê jî komên çekdar ên li her du bajarokan bi taybetî yên “Hesen El Zem” rêya ku koçberên Efrînê ji bo karên mirovî bi kar tînin, girtiye.

Şêxo wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me hin şêniyên ku roja pêncşemê (6’ê Cotmehê) berê xwe dabû Helebê dîtin. Diyar kirin ku dema welatiyê bi navê Reşîd Arif Mislim (50) tevî hevjîna xwe berê xwe didan Helebê, li çerxerêya gundê Herdetîn a girêdayî bajarokê Nibulê gule li erebeya wî reşandine û di encamê de her du birîndar bûne.”

Her wiha Şêxo destnîşan kir ku bêhtirî 25 erebeyên koçberên Efrînê di nav de erebeya bijîşkekî li Nexweşxaneya Avrîn hatine desteserkirin ku ew erebe heta niha li cem wan koman in û rê li tevgera koçberên Efrînê yên li Şehba û Şêrewa hîn girtî ye.

Şêxo diyar kir ku ev kiryarên provokatîf dikevin xizmeta projeya dagirkeriya Tirk a li herêmê.

Şêxo bang li rûspî û berpirsên bajarokên Nibul û Zehrayê kir ku sînorekî ji wan koman re deynin û zextê li wan bikin ku rê li ber sivîlan vekin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em sûriyeyî ne, divê şerê me li dijî dijmijê Tirk be yê ku xaka Sûriyê dagir kiriye û çeteyên wî sûcan li deverên dagirkirî pêk tînin.”

(mh)

ANHA