​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-10-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-10-2022`YAN
11 cotmeh, 2022   23:00

Partiya Sûriya Pêşeroj li goristana şehîd Xebat Dêrik merasîma bîranînê li dar dixe saet di 13:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Mîhrîcana 6`an a Osman Sabrî ya Wêjeya di roja duyemîn de li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo didome saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Yekitiya Suryan şehîdên Meclisa Bêtnehrên li Goristan Şehîdan a Suryanên Asûr li Hesekê merasîmekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Çand û Werzîşê ya Minbicê têkildarî koçberiyê û metirsiyên wê werşeyekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojhilatê Dêrazorê bi boneya salvegera şehîdxistina Hevrîn Xelef panelekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê Bekir Cerade der barê girtina dibistanên Kobanê yên li ber sînorê bakurê Kurdistanê ji ber topbarana dagirkeriya Tirk hişyarî da û bang li hikûmeta Şamê û UNESCO kir ku şagirtan ji van êrişan biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Aktîvîsta hiqûqî ya ji Tûnisê Dr. Selwa Qîqa rêber Abdullah Ocalan wek “fîlozofê serdemê” wesif kir û got “Tezên Abdullah Ocalan ji bo mirovahiyê nêrîneke stratejîk in.”

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê Îbrahîm Şêxo, bang li rûspiyên bajarokên Nibul û Zehrayê yên bakurê Helebê kir ku tevgerên provokatîf ên ku hin komên çekdar li dijî koçberên Efrînê yên li Şehbayê dikin, rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Til Temirê bi rêya saziyên xwe yên leşkerî û sivîl amadekariyên xwe yên leşkerî û sivîl didomînin û pergala parastinê ya li herêmê xurt dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Hunermendê nemir Zêdan Qasim bi armanca vejandina çanda kurdî di jiyana xwe de ji bo gel û welatê xwe stran got û awaz çêkirin. Yek ji wan kesan bû ku tev li Koma Cûdî ya Dêrikê bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

Tevî êriş, dagirkeriya Tirk a li gelek bajaran û guhertina demgorafî û polîtîkayên tirkkirinê li herêmên dagirkirî û hedefkirina leşkerên wê, hikumeta Şamê bêdeng e.

JIN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû rê û rêbazan pêşengên Şoreşa 19’ê Tîrmehê dikin hedef, ji çêkera aştiyê şehîd Hevrîn Xelef heta bi pêşenga Nivîsgeha Kar û Barên Edaletê û Çeksaziyê Zeyneb Mihemed rêwîtiyeke têkoşînê ya şehîdên ku navên xwe li rûpela dîrokê bi tîpên zêrîn neqişandine û bi îdeolojiya rizgariya jinan ji tevahî şêweyên koletiyê şer kir.

Endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan a Rojava Loqo jî diyar kir ku ev êrişên li ser jinan bi heman armancê ji aliyê heman zîhniyetê ve tên kirin û dixwazin civakeke dûrî demokrasî û azadiyê ava bikin. Her wiha got jinên Kurdistanê dê dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" veguherînin destpêka şoreşeke jinan li cîhanê.