​​​​​​​Dibistanên li ser sînor ên Kobanê di nava metirsiya girtinê de ne

Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê Bekir Cerade der barê girtina dibistanên Kobanê yên li nêzî sînor ji ber topbarana dagirkeriya Tirk de hişyarî da û bang li hikumeta Şamê û UNESCO’yê kir ku şagirtan ji van êrişan biparêzin.

​​​​​​​Dibistanên li ser sînor ên Kobanê di nava metirsiya girtinê de ne
12 cotmeh, 2022   06:59
KOBANÊ

Piştî ku hin dibistanên li ser sînor ên Kobanê wek dibistana gundê Qeremox ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker hate girtin, hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê Bekir Cerade ji ajansa me re axivî.

Cerade wiha got: "Gelek armancên topbarana li dijî dibistanên li ser sînorê bakurê Kurdistanê hene; armanca yekemîn paşxistina me di perwerdeyê de. Îro em neçar in ku hin dibistanên wek gundê Qeremox ê ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tê topbarankirin, rawestînin.”

Cerade wiha domand: “Dewleta Tirk baş dizane ku şêniyên herêmê di asta zanistê de gihîştin asteke pêşketî, ji ber wê jî hewl dide saziyên perwerdeyê talan bike û di vê yekê de yên ku ji xwe re dibêjin Kurd, alîkariya wê dikin ku ew li dijî materyalên Rêveberiya Xweser derdikevin. Ew bi xwe ji sîxuran metirsîdartir in, ji ber ku karê sîxuran xuya ye, lê belê ew nexweşiyeke kujer e û divê were qutkirin.”

Cerade ev tişt got: “Dewleta Tirk a dagirker bi hemû awayan şerê me dike, sîxuran di nav me de bi cih dike û herêmên me topbaran dike û hewl dide îstîqrara herêmê têk bibe, lê belê li hember van hewldanan berxwedaneke mezin ji aliyê gelê herêmê ve hat meşandin û planên wê hatin têkbirin, ev tevahî bi saya asta çandî û zanabûnê ya gelê herêmê pêk hat.”

Cerade diyar kir ku şerê çandî ji şerên herî metirsîdar e û got: “Îro dewleta Tirk a dagirker bi rêbazeke nû me dike hedef, ew topbarana ku li dijî dibistanên li ser sînor tê kirin ne asayî ye, dewleta Tirk a dagirker dizane çi dike.”

Bekir Cerade destnîşan kir ku eger di konan de be jî, ew ê fêrkirina şagirtan bidomînin, ji ber wê jî ew ê dibistanên hedefgirtî bibin cihekî din û got: “Divê dewleta Tirk a dagirker bizane ku em ne wek berê ne, îro dibistan û zanîngehên me hene û gelê herêmê jî planên wê baş nas kirin.”

Her wiha, Cerade bang li UNESCO û hêzên navneteweyî nexasim ên “garantor” û hikumeta Şamê kir ku êrişên dagirkeriya Tirk rawestînin, ji ber ku bi dehan dibistan ji ber topbarana dagirkeriya Tirk di metirsiya girtinê de ne.

Tê zanîn ku nêzî 2 hezar şagirtên navçeya Eyn Îsa û Girê Spî yên ku dibistanên wan li eniyên şer in, ji ber topbarana dagirkeriya Tirk a li dijî dibistanan, ji xwendinê bê par man.

(mh)

ANHA