Şehîd Hevrîn Xelef li Helebê hat bibîranîn

Şehîd Hevrîn Xelef di salvegera şehadeta xwe ya 4ʹemîn de li Helebê hat bibranîn.

Şehîd Hevrîn Xelef li Helebê hat bibîranîn
11 cotmeh, 2022   12:21
HELEB

Sekretêra Giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef 12ʹê Cotmeha 2019ʹan di encama kemîna çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li ser rêya Minbic – Qamişlo şehîd bû.

Bi boneya salvegera 4ʹemîn a şehadetê wê, Meclisa Helebê ya Partiya Sûriya Pêşerojê merasîmê bîranînê li dar xist.

Merasîm li hola civînan  a beşê rojava yê taxa Şêxmeqûsdê hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin, seroka Meclisa Helebê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Xalida Ebdo axivî behsa jiyan û têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef kir.

Xalida Ebdo diyar kir ku şehîd Hevrîn Xelef roleke mezin di xurtkirina biratiya gelan a navbera pêkhateyên herêmê de list û di avakirina Rêveberiya Xweser de cih girt.

Seroka Meclisa Helebê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Xalida Ebdo got ku şehadeta Hevrîn Xelef ji bo partiyê windayek û soza şopandina xeta wê ta pêkanîna hêviyên wê yên avakirina welatekî azad da.

Piştî axaftina Xalida Ebod sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Hevrîn Xelef û parvekirinên malbat û hevreyên wê hat pêşandan.

ANHA