​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî 5 welatî hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê 5 welatî revandin.

​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî 5 welatî hatin revandin
11 cotmeh, 2022   12:41
ŞEHBA

Çavkaniyan ji navçeya Şêrawayê ragihandin ku çeteyên "Feyleq El Şam" yên girêdayê artêşa Tirk a dagirker duh girtin ser gundê Burc Heyder ê Şêrawayê û 5 welatî bi hinceta ku baceyan nadin, revandin û birin cihekî ne diyar .

Li gorî çavkaniyan, navên kesên hatine revandin ev in; Mistefa Ehmed Silo, Nebî Gule Xeyrî, Mihemed Eheme Silêman, Elî Ehmed Selûm û Xelîl Nebî Semo.

Çavkaniyan diyar kir ku çete welatiyan direvînin da ku wan tengav  bikin û wa neçarî koçberiyê bikin.

ANHA