Lubnan û Îsraîlê li ser nexşekirina sînorên deryayî li hev kir

Serokatiya Lubnanê diyar kir ku forma dawîn a ku navbeynkarê amerîkî têkildarî nexşekirina sînorên deryayî pêşkêş kiriye, li gorî şertên Lubnanê ne. Serokwezîrê Îsraîlê jî got "Lihevkirin hemû rêgezên ewlehî û aboriyê yên Îsraîlê dabîn dike."

Lubnan û Îsraîlê li ser nexşekirina sînorên deryayî li hev kir
11 cotmeh, 2022   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN-BEYRÛT

Serokkomarê Lubnanê Mîşêl Ewn saet di 09:00’an de cîgirê serokê Meclisa Nûneran Îlyas Bo Seib pêşwaz kir ku dosyaya nexşekirina sînorên deryayî yên başûr bi navbeynkarê amerîkî Amos Hochstein bişopîne. Serokê Meclisa Nûneran kopyaya fermî ya pêşniyarê ku navbeynkarê amerîkî ji bo lihevkirinê pêşkêş kiriye, radestî Mîşêl Ewn kir.

Serokatiya komarê ya Lubnanê da zanîn ku forma dawî ya vê dosyayê hemû xwestekên Lubnanê ku bi mehan li ser nîqaş dihatin kirin, dabîn dike.

Serokatiya komarê destnîşan kir ku forma dawî parastina mafên Lubnanê di dewlemendiya wê ya xwezayî de parast û ew yek di demeke girîng de ji bo Lubnanê pêk hat. Serokatiya komarê hêvî kir ku di demeke nêz de lihevkirina li ser dosyaya nexşekirinê were ragihandin.

Serokkomar Mîşêl Ewn, spasiya navbeynkarê amerîkî û rêveberiya DYA’yê li ser keda wan a ji bo vê formê kir û diyar kir ku dê şêwirên guncaw li ser mijarên nîştimanî bên kirin da ku ragihandineke fermî li ser helwesteke nîştimanî bê ragihandin.

Li aliyekî din jî, serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid pesna vê lihevkirinê da û got: "Ew lihevkirin hemû rêgezên ewlehî û aborî yên Îsraîlê danîne, dabîn dike."

Her wiha serokwezîrê Îsraîlê da zanîn ku ew ê civînekê têkildarî ewlehiya neteweyî roja çarşemê li dar bixe, dê piştre civînekê ji hikumetê re ji bo leza lihevkirinê, beriya hilbijartinên Îsraîlê yên 1’ê Mijdarê, li dar bixe.

Yair Lapid got ev yek destkefiyeke dîrokî ye û dê ewlehiya Îsraîlê geş bike, aboriya Îsraîlê xurt bike û garantiya sînorên bakur bike.

Çavkaniyên ji Lubnanê da zanîn ku ev lihevkirin piştî ku Hizbullaha Lubnanê ji bo dosyaya nexşekirina sînorên deryayî bi Îsraîlê re erê kir, pêk hat.

Berpirsekî mezin ê hikumeta Lubnanê û yekî din ku nêzî Hizbullahê ye, eşkere kir komê bendên lihevkirinê erê kirin û got dan û standin bi dawî bûn.

(fr)