​​​​​​​Konferansa Yekitiya Jinên Ciwan dest pê kir

Bi dirûşma "Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan em ê bi cenga azadiyê bi ser bikevin" Konferansa 2ʹyemîn a Yekitiya Jinên Ciwan a Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê dest pê kir.

​​​​​​​Konferansa Yekitiya Jinên Ciwan dest pê kir
​​​​​​​Konferansa Yekitiya Jinên Ciwan dest pê kir
​​​​​​​Konferansa Yekitiya Jinên Ciwan dest pê kir
​​​​​​​Konferansa Yekitiya Jinên Ciwan dest pê kir
​​​​​​​Konferansa Yekitiya Jinên Ciwan dest pê kir
11 cotmeh, 2022   09:50
REQA

Bi dirûşma "Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan em ê bi cenga azadiyê bi ser bikevin" Konferansa 2ʹyemîn a Yekitiya Jinên Ciwan a Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê li hola Stada Beledî ya bajarê Reqayê dest pê kir. 150 endamên yekitiyê yên her çar bajaran, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Reqayê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û partiyên siyasî beşdar bûn.

Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîm Dada axivî, konferans li jinên ciwan, rêber Abdullah Ocalan û gelên azadîxwaz û malbatên şehîdan pîroz kir.

Rîm Dada got: "Li gel gef û êrişan em vê konferansê li dar dixin. Ev konferans gaveke pîroz e ku divê bi serkeftinê tacîdar bibe."

Rîm Dada her wiha got: ʹʹJi destpêka Şoreşa Rojava ve ku 10 sal di ser re derbas bûn û heta roja me ya îro dewam dike bi pêşengiya jin û ciwan e."

Rîm Dada diyar kir ku di demên dawî de êrişên li ser fermandarên jin û têkoşerên Şoreşa Rojava zêde bûn, şehîd Nûjiyan, Zeyneb Mihemed û gelek têkoşerên din mînak in, armanc ji van êrişan têkbirina şoreşê ye.

Konferans bi xwendina nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên der barê erêkên jin û ciwana di rêxistinkirin û rêvebirina civakê de, rapora salane ya xebatên yekitiyê û nîqaşkirina rewşa rêxistinî dewam dike.

Konferansa dê bi hilbijartinên nûnerên Yekitiya Jinên Ciwan ên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê û encamnameyê bi dawî bibe.

ANHA