ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-10-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-10-2022`YAN
10 cotmeh, 2022   23:00

Yekitiya Jinên Ciwan konferansa jinên ciwan a Reqa, Tebqa û Dêrazorê li Reqayê li dar dixe saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê kargeha oksîjenê li navenda nexweşxaneya covid Jiyan li Qamişlo vedike saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

Bi nêzîkbûna demsala zivistanê re, Gerînendetiya Karûbarên Penaberan a Herêma Cizîrê dest bi pêşkêşkirina alîkariyan ji koçberên kampên Serêkaniyê kir. Koçberan jî destnîşan kir ku berxwedan rêya wan a tekane ya vegera li warê wan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ajansa me hejmara baregehên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker şopandin ku piştî dagirkirina herêmê ava kirin. Ev baregeh li ser kavilên malên şêniyên gundên navçeyên Şêrawa û Şerayê yên kantona Efrînê ya dagirkirî hatine avakirin. Ji wan baregehan jî koçberên Efrînê yên li gundên Şêrawa û Şehbayê dikin hedef. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hesen Koçer diyar kir ku armanca her lihevhatineke muhtemel a hikumet Şamê û dewleta Tirk a dagirker têkbirina Rêveberiya Xweser e û dê encamên wê ji bo Sûriyê xirab in, dê welat parçe bike û dagirkeriyê rewa bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolînera ji Misirê Wela Ebdullah diyar kir ku tevî derbasbûna salên dirêj di ser Komploya Navneteweyî re, lê komployê nikarî pêşî li belavbûna îdeolojiya rêber Abdullah Ocalan bigire û têkoşîna PKK'ê bifetisîne.

RAPOR

Komîteya CPT`iyê di 2 serdeman de zêdetirî carekê serdana girtîgeha Îmraliyê kir. Lê nekarî şert û mercên tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan biguhere. Raporên wê tenê hibra li ser kaxizê mane ku dewleta Tirk a dagirker tiştek jê pêk neanîn.

JIN

Endamên Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê şaxê Helebê destnîşan kir ku armanca şehîdxistina çalakvan û akademîsyen Nagîhan Akarsel encama tirsa sîstemên desthilatdar ji destkeftiyên jinan e û diyar kir ku tu hêz nikare şoreşa jinan û têkoşîna ber bi rizgariyê ve rawestîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Polîtîkaya dewletê ku li Sûriyê serdest bû, piştî ku Hafiz Esad bi derbeyekê bû desthilatdar, xwe dispêre hevsengiyan û wisa dewam kir. Mayîna demdirêj a hindikahiya elewiyan a li ser desthilatdariyê, ji ber ku hevsengiyên navxweyî diparêze, pêk tê. Şarezahiya Hafiz Esat a ji bo siyaseta navxweyî, desthilata xwe parast û siyaseta derve jî bi duserîbûna cîhanê ya ji ber Şerê Sar ve girê da û pozîsyoneke baş ji bo Sûriyê peyda kir. Ji bo cîhana Ereban jî xeteke bi heman rengî temsîl dikir. Têkiliya wî bi rêxistinên Filistînê re, serdestiya wî li Lubnanê û siyasetên wî yên li dijî Îsraîlê hemû li ser heman xetê bûn.

ANHA