Şehîdên Meclisa Bêtnehrên bi merasîmekê li Qamişlo hatin bibîranîn

Bi sedan şêniyên pêkhateya Suryan a herêma Cizîrê, tev li merasîma bîranîna şehîdên Meclisa Bêtnehrên ên ku di dem û deverên cuda de şehîd bûne, bûn.

Şehîdên Meclisa Bêtnehrên  bi merasîmekê li Qamişlo hatin bibîranîn
Şehîdên Meclisa Bêtnehrên  bi merasîmekê li Qamişlo hatin bibîranîn
Şehîdên Meclisa Bêtnehrên  bi merasîmekê li Qamişlo hatin bibîranîn
Şehîdên Meclisa Bêtnehrên  bi merasîmekê li Qamişlo hatin bibîranîn
Şehîdên Meclisa Bêtnehrên  bi merasîmekê li Qamişlo hatin bibîranîn
10 cotmeh, 2022   18:09
QAMIŞLO

Merasîm li hola Selam a bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Tê de nûnerên Partiya Yekitiya Suryan, Yekitiya Jinên Suryan, Ciwanên Pêşverû yên Suryan, Komeleya Çandî ya Suryan li Sûriyê, Navenda Malbatên Şehîdan a Suryan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo, Xaça Suryan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Leşkerî ya Suryan, beşdar bûn.

Di serî de, endamê Meclisa Bêtnehrên, Kîno Gabrîyêl daxuyaniyek xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Şehîdan biryara têkoşîna Meclisa Bêtnehrên temsîl kir, îro jî ew bûn nirxên hevbeş ên gelê me. Em bi serbilindî wan bi bîr tînin, ji ber ku wan gelê me ji dewletên mêtinger û rêxistina terorîst; DAIŞ`ê parast.

Bi hatina 10’ê Cotmehê re, roja salvegera bîranîna şehîdên Meclisa Bêtnehrên a Neteweyî, em ê soza xwe ya ku me dabû şehîdan û gelê xwe, pêk bînin û em ê êrişên li dijî herêmê têk bibin, her wiha em ê li her derê şehîdên xwe bi bîr bînin û armancên wan pêk bînin.”

Piştî xwendina daxuyaniyê, hevserokê Partiya Yekitiya Suryan, Senherîb Bersûm wiha axivî: “Têkoşîn li Sûriyê ji destpêka 2011’an de ji bo pêkanîna guhertina demokratîk û daxwazên gelê Sûriyê, didome, dê têkoşîna me bi awayekî aştiyane û dûrî ajandeyên ku xizmeta doza Sûrî nakin, bidome.”

Bersûm wiha lê zêde kir: “Partiya me piştgiriya xebatên navneteweyî yên pêkanîna aştiyê dike, her wiha em girîngiyê didin diyalog û lihevkirina di navbera tevahiya gelê Sûriyê de û destwerdana ji dewletên derve ku tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin nexasim dewleta Tirk a ku xaka Bakur Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kiriye û hewl dide demografiya wê biguherîne, red dikin.”

Bersûm bang li civata navneteweyî kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser rawestînin.

Senherîb Bersûm di dawiya axaftina xwe de soza meşa li ser şopa şehîdan heta pêkanîna armancên gelê Suryan û tevahiya gelên Sûriyê da.

Merasîm bi pêşandana sînevîzyonekê li ser fedakariya şehîdan ji salên 90’î ve û heta îro, bi dawî bû.

(mh)

ANHA