​​​​​​​Bi merasîmeke fermî YPJ’ê keçeke êzidî radestî YBŞ’ê kir

Yekîneyên Parastina Jin, duyemîn keça êzîdî, piştî ku di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de di 13’ê Îlona borî de hatibû rizgarkirin, bi merasîmeke fermî li kampa Hol a Hesekê radestî Yekîneyên Berxwedana Şengalê kir.

​​​​​​​Bi merasîmeke fermî YPJ’ê keçeke êzidî radestî YBŞ’ê kir
10 cotmeh, 2022   20:03
HESEKÊ

Wek jinên êzîdî yên ku berê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hatibûn rizgarkirin, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) keça êzîdî Sewsen Hesen Heyder piştî ku ew ji kampa Hol rizgar kir, radestî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kir.

YPJ’ê, keça êzîdî Sewsen Heyder di 13’ê Îlona borî de, di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de ya ku li kampa Hol a Hesekê dest pê kiribû, rizgar kir, ku ew duyemîn keça êzîdî ya ku di qonaxa duyemîn a pêngavê de tê rizgarkirin.

Keça êzîdî Sewsen Hesen Heyder (24), ji Şengalê ye, piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê di 2014’an de, tevî 9 kesên malbata xwe ji aliyê çeteyan ve hat revandin.

Sewsen Hesen Heyder li kampa Hol, bi beşdariya berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed û berpirsê têkiliyên YBŞ’ê Çiko Şengalî hat radestkirin.

Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed wiha axivî: “Ji armancên pêngavê yên sereke rizgarkirina keçên êzîdî Sewsen Hesen Heyder û Wefa Ebas e. Ji dema êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê di 2014’an de, tu carî em di parastina gelê xwe, jin û zarokên xwe yên li Şengalê de paşve neçûn, ji wê demê ve me soz da ku hemû jinên êzîdî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin.”

Rûksen wiha domand: “Em hîn li ser soza xwe ne û em ê lêkolînên xwe li ser jinên êzîdî ji bo rizgarkirina wan bidomînin, em îro bi rizgarkirina Sewsenê û radestkirina wê ji bo YBŞ’ê pir kêfxweş in.”

Her wiha, keça êzîdî Sewsen Heyder kêfxweşbûna xwe ya ji ber vegera li welat û malbata xwe anî ziman û spasiya YPJ’ê li ser danûstandina wan bi wê re, kir.

Piştre, berpirsê têkiliyên YBŞ’ê Çiko Şengalî spasiya rola YPJ’ê ya rizgarkirina jin û zarokên êzîdî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola YPG û YPJ’ê ya parastina Şengalê di dema êrişa DAIŞ’ê ya 2019’an de, kir.

Çiko Şengalî destnîşan kir ku hevkarî dê di navbera herdu aliyan de, heta rizgarkirina tevahiya êzîdiyan bidome, her wiha got keça êzîdî Sewsen Hesen Heyder dê yekser ji bo malbata wê were radestkirin.

Di dawiyê de, keça êzîdî Sewsen Hesen Heyder xatir ji fermandar û şervanên YPJ’ê û endamê Rêveberiya Kampê xwest.

(mh)

ANHA