Li Helebê komploya navneteweyî bû mijara panelekê

Nivîsgeha Têkilî û Lihevkirinên Dîplomatîk a Kongra Star a Helebê bi dirûşma “Bi vîna jinên azad em komploya navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan têk bibin” panelek li dar xist. Di dawiya panelê de, beşdaran li ser mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan destnîşan kirin û gotin azadiya jinan li Rojhilata Navîn bi azadiya rêber Ocalan ve girêdayî ye.

Li Helebê komploya navneteweyî bû mijara panelekê
Li Helebê komploya navneteweyî bû mijara panelekê
Li Helebê komploya navneteweyî bû mijara panelekê
Li Helebê komploya navneteweyî bû mijara panelekê
Li Helebê komploya navneteweyî bû mijara panelekê
Li Helebê komploya navneteweyî bû mijara panelekê
Li Helebê komploya navneteweyî bû mijara panelekê
Li Helebê komploya navneteweyî bû mijara panelekê
Li Helebê komploya navneteweyî bû mijara panelekê
Li Helebê komploya navneteweyî bû mijara panelekê
10 cotmeh, 2022   15:19
HELEB

Di çarçoveya çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan de, Nivîsgeha Têkilî û Lihevkirinên Dîplomatîk a Kongra Star panelek li Heleb li dar xist.

Nivîsgehê panel bi dirûşma “Bi vîna jinên azad em bi hev re komploya navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan têk bibin” li kafêterya Talê ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist. Bi dehan rewşenbîr, nûnerên partiyan, saziyên sivîl û rêxistinên jinan tev li panelê bûn.

`KOMPLO LI DIJÎ PRADÎGMAYA AZADIYA JINAN E`

Di panelê de endama Koordînaysona Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo mijarên panelê bi bîr xistin û got: “Ji ber fikr û felefeya rêber Ocalan, komploger ew dîl girtin. Jin piştî ku fikrê wî nas kir, haya wê bi mafên xwe zêde bû. Ev fikr wê teşwîq kir ku tê bikoşe da ku mafên xwe bi dest bixe.”

Fehîme Hemo diyar kir ku komplo li dijî pradîgma azadiya jinan, jiyana ekolojî ya demokratîk û têkoşîna gelan a ji bo azadiyê ye.

`FELSEFEYA RÊBER OCALAN ZEMÎNA HILHATINA ROJA ŞOREŞA JINAN LI HER DERÊ AVA KIR`

Fehîma Hemo balkişand ser rola fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan di xurtkirina şoreşa jinan li cîhanê de kir û got: “Ev felsefe ji bo jinan, jiyaneke nû bû. Jin li herêmê bi destpêkirina şoreşa Rojava sala 2012`an, tê koşiya û roleke pêşeng tê de lîst. Ji bo jinan li seranserî cîhanê, bû mînak. Têkoşîna jinên têkoşker berhema felsefeya rêber Abdullah Ocalan e. Têkoşîna jinan li Îranê mînaka herî berçav e. Ji dema şehîdxistina Jîna Emînî ve, di girtîgehan û kolanên Îranê de bi pêşengiya jinan serhildan li dar e. Hemû banga, “jin jiyan azadî” dikin.”

`NETEWEYA DEMOKRATÎK BERSIVA HERÎ RAST A LIHEVKIRINA SYKES-PICOT E`

Nûnerê Partiya Neteweyî ya Civakî ya Sûrî Îsam Ezûz jî got: “Pêşkêşkirina fikrê neteweya demokratîk ji aliyê rêber Ocalan ve ku dikeve xizmeta Rojhilata Navîn, rê li pêşiya hemû nakokî û pirsgirkên heyî digire. Ji ber wê rû bi rûyî êrişên hêzên kapîtalîst e ku wî fikrî li dijî plan û rêgeza xwe ya faşîst dibînin û hewl didin tevliheviyê li herêmê belav bikin û berhemên wê yên binerd talan bikin.”

Ezûz got ev proje bersiva herî rast a lihevkirina Sykes-Picot e ku erdnîgariya herêmê parçe kir.

`KOMPLO NE LI DIJÎ KESEKÎ YE LÊ BELÊ LI DIJÎ HERÊMÊ BI GIŞTÎ YE`

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Zeyneb Qenber destnîşan kir ku komplo ne li dijî kesayeta rêber Ocalan tenê ye lê belê li dijî herêmê bi giştî ye ji ber hebûna Ocalan li herêmê li hember projeyên wê yên mêtinger astengiyek bû ji ber wê ew dîl girt.

`VEGUHASTINA FIKRÊ OCALAN JI NIFŞAN RE ERKA HEMÛ TÊKOŞERÊN AZAD E`

Çalakvana civakî ya li Fînlandiya dimîne Fehîme Muheydîn Seydo destnîşan kir ku fikrê Ocalan jinên têkoşer ava kir berovajî daxwaza pergalên faşîst ku jinan di sînorên mitbaxê û malbatê de dihêlin.

Di dawiyê de Fehîme Muheydîn Seydo got fikr û felsefeya rêber Ocalan dê bimîne û dê erka hemû têkoşeran be ku derbasî nifşên din bike.

Komîteya Amadekar a panelê, nameyên ku şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye di demên cuda de ji bo Îmraliyê nivîsandine, kom kirin.

Di dawiya panelê de, beşdaran teqezî bi pêwîstiya mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir û gotin azadiya jinan li herêmê bi azadiya rêber Ocalan ve girêdayî ye.

ANHA