Balafirên şer ên dewleta Tirk Balekayetî bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Dola Baleyan a li herêma Balekayetî bi dijwarî bombebaran kir.

Balafirên şer ên dewleta Tirk Balekayetî bombebaran kir
10 cotmeh, 2022   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Roj News ragihandiye di saetên êvarê de balafirên artêşa Tirk a dagirker carek din zozanên Derbî ya li Dola Baleyan a bajaroka Qesrê ya serbi Çomanê bombebaran kirin.

Roj News eşkere kir ku balafirên dewleta Tirk gelek caran heman cih bombebaran kiribûn. Her wiha diyar kir ew cihê hatî bombebarankirin cihek ku welatî lê çandinî û lawirvaniyê dikin

Her wiha diyar kir ji ber bombebarana artêşa Tirk ziyan gihaştiye bax û rezên welatiyan.