​​​​​​​Kongreya 2`yemîn a Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê li dar ket

Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê kongreya xwe ya 2`yemîn bi dirûşma “Bi çanda fikrî em armancên şoreşê pêk tînin” li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr li dar xist.

​​​​​​​Kongreya 2`yemîn a Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê li dar ket
10 cotmeh, 2022   14:42
TEBQA

Di kongreyê de endamên Yekitiya Rewşenbîran ji Tebqa, mêvan ji Reqa, Minbicê û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê û partî û meclisên leşkerî û sivîl beşdar bûn.

Di destpêka kongreyê de endama komîteyê Şeze El Hisên axivî û got: “Bi navê Komîteya Amadekar a kongreyê, em bixêrhatina beşdaran dikin ku tev li kongreya me bûne.”

Şeze El Hisên wiha domand: “Piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê, projeya neteweya demokratîk ket pratîkê, pê re Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê hewl da balê hejmara herî zêde ya rewşenbîran bikşîne da ku fikrê rast û rewşenbîrî belav bikin.”

Şeze El Hisên wiha di dawiyê de got: “Divê em girîngiyê bidin çand û rewşenbîran her wiha rola jinan a bingehîn di civakê de.”

Piştre, bi navê Rêveberiya Sivîk a Demokratîk a Herêma Tebqayê, hevserokê Meclisa Rêveber, Mazlûm Umer wiha axivî: “Rewşenbîr bingeha vê civakê ne, em bi zanabûnê bi pêş dikevin. Peyama ji dagirkeriya Tirk re ew e ku em ê êrişên li dijî herêmê bi zanabûn û rewşenbîriya xwe têk bibin.”

Her wiha, hevserokê Rêxistinên Civaka Sivîl a Tebqayê, Setam Ferec wiha axivî: “Em lidarxistina kongreya we ya 2’yemîn li Tebqayê nexasim di rewşa guhertinên siyasî yên ku li herêmê pêk tên de, pîroz dikin. Em dizanin ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser, herêmên me bi çekên giran û balafirên bêmirov ên biçek hedef digire.”

Piştre, hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê Şeze El Hisên û endamê Yekitiya Rewşenbîran Îbrahîm El Mudewer û koordînatora giştî ya Yekitiya Rewşenbîran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Diyane Îsmaîl, bûn dîwana kongreyê.

Di kongreyê de têkildarî xebatên Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê di sala borî de sînevîzyonek hat pêşandan.

Kongre dûrî çapemeniyê ji bo xwendina rêziknameyê û rapora xebatên rewşenbîran ji aliyê hevserok Ehmed Hac Esed ve, nîqaşkirina zehmetyan û dayîna plansaziyê, berdewam kir

Piştî nîqaşkirinê deriyê dengdanê li ber beşdaran hat vekirin.

Kongre bi hilbijartina 5 endaman bi dawî bû ku dê piştre di civîneke taybet de erkên wan were diyarkirin.

(mh)

ANHA