Di merasima sersaxiyê ya 4 şehîdan de soza berdewamkirina têkoşînê hat dayîn

Şêniyên herêma Firatê di merasima sersaxiyê ya şehîd Koçero Batman, Zinarê Reş, Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel de tekezî bi berdewamkirina têkoşînê, şopandina rêya şehîdan û bersivdayîna planên dagirkeriya Tirk û ajanên wê kir.

Di merasima sersaxiyê ya 4 şehîdan de soza berdewamkirina têkoşînê hat dayîn
Di merasima sersaxiyê ya 4 şehîdan de soza berdewamkirina têkoşînê hat dayîn
Di merasima sersaxiyê ya 4 şehîdan de soza berdewamkirina têkoşînê hat dayîn
Di merasima sersaxiyê ya 4 şehîdan de soza berdewamkirina têkoşînê hat dayîn
Di merasima sersaxiyê ya 4 şehîdan de soza berdewamkirina têkoşînê hat dayîn
Di merasima sersaxiyê ya 4 şehîdan de soza berdewamkirina têkoşînê hat dayîn
Di merasima sersaxiyê ya 4 şehîdan de soza berdewamkirina têkoşînê hat dayîn
10 cotmeh, 2022   12:10
KOBANÊ

Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê li Goristana Şehîd Dicle a bajarê Kobanê ji bo şehîd Koçero Batman (ku beriya çend rojan di êrişa hewayî ya dagirkeriya Tirk de li Kobanê şehîd bûbû), Zinarê Reş (di 22`yê Îlonê de li Metînayê di bersivdayîna êrişên dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû), Nagîhan Akarsel (li bajarê Siêlmaniyê di 4`ê Cotmehê de bi êrişa çekdarî şehîd bûbû) û Jîna Emînî (ji aliyê rejîma Îranê ve di 17`ê Îlonê deşehîd bûbû), merasima sersaxiyê li dar xist.

Bi sedan şêniyên herêma Firatê, nûnerên partiyên siyasî û endamên saziyên sivîl û leşkerî, meclis, komîn û navçe û bajarên herêma Firatê herikîn bin konê sersaxiyê. Di bin kon de wêneyên şehîdan hatibûn daliqandin.

Merasima sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtin hat destpêkirin. Dûre, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û got: “Em rojên xemgîn dijîn. Her mehek ji ya din girantir derbas dibe. Her roj em şehîdekî bi bîr tînin. Lê ruxmî vê jî, em serê xwe ji tiştekî re natewînin, ji ber ku em bi saya fedekariyên şehîdan dijîn.”

Eyşe Efendî destnîşan kir ku îro azadîxwazên li Rojhilatê Kurdistanê bendê tirsê dişikînin û li dijî rejîma Îranê derdikevin û wiha pê de çû: “Heta niha kesî piştgirî nedeya wan. Ew bi tenê li hember guleyên rejîma Îranê disekinin. Kurd jî bi vî rengî ne, ji bo azadiya xwe bi tenê li hemberî guleyên zordestan disekinin.”

Endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li herêma Firatê Salih Nûh jî got: “Gelê Kurd gotina xwe got, yê li ser şopa rêber Ocalan û şehîdan dimeşe û xwedî zarokên berxwedêr bin ku li çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin, têkçûnê nas nakin û bersiva planên dewleta Tirk didin û ajanên wê tune dikin.”

Salih Nûh wiha dewam kir: “Şehîd rastiya têkoşîna me ne. Em ê paş de gav navêjin. Em ê layîqî destkeftiyên şehîdên xwe bin. Şoreşên beriya şoreşa me bi bin ketin, lê belê şoreşa me cuda ye. Projeya neteweya demokratîk dê me û gelê herêmê bigihîne ewlehiyê. Ev xak ya azadîxwazan e, cihê kesên lawaz di nav me de nîn e.”

Ji fermandarên QSD`ê jî Zinar Kobanê li ser şehîd Koçero wiha got: “Şehîd Koçero fermandarekî rastîn bû, pêengê me yê Berxwdana Kobanê bû. Ji lew re em bi ser ketin û Kobanê li xwediyên xwe vegeriya.”

Zinar Kobanê diyar kir ku hemû serhildanên Kurdan ji ber xiyanetê negihîştin serî, lê belê Şoreşa Rojava dê têk neçe, ji ber ku zemînê wê xurt e û gelê têkoşer berxwedana xwe ji fikr û felsefeya rêber Ocalan wergirtiye.

Zinar Kobanê bang li şêniyên herêmê kir ku dema tevgerên bi guman dîtin, hevkariyê bi QSD`ê re bikin û got: “Li dijî me şerekî taybet tê meşandin, parastina vê xakê erka her kesî ye.”

Merasima sersaxiyê ku saet di 10:00`an de dest pê kir, tê payîn ku îro bi dawî bibe.

ANHA