Akademiya Civaka Demokratîk Komploya Navneteweyî şermezar kir

Akademiya Civaka Demokratîk tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an şermezar kir. Akademiyê her wiha banga bilindkirina têkoşînê heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir.

Akademiya Civaka Demokratîk Komploya Navneteweyî şermezar kir
10 cotmeh, 2022   11:32
HESEKÊegr

Akademiya Civaka Demokratîk ji bo şermezarkirina salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û 3'yemîn salvegera êrişa li ser herêma Serêkaniyê û kantona Girê Spî, li ber navenda xwe ya taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endamê Komîteya Perwerdeyê ya Akademiya Civaka Demokratîk Ebdo Rehmo ve bi amadebûna endamên akademiyê û bi hilgirtina wêneyên rêber Abdullah Ocalan, hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêbertî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir, her wiha tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî şermezar dikin. Hemû tedbîrên keyfî li dijî wî ferz dikin û wî ji mafên wî yên herî bingehîn bê par dihêlin.

Dewleta Tirk ji bo qirkirina gelê Kurd bi dîlgirtina Rêbertî jî razî nebûye. Tevî êrişên xwe yên domdar li ser Tevgera Rizgariya Kurdistanê, êrişên li ser herêmên me jî zêde kirine. Şervanên Kurd ên berxwedêr û azadîxwaz jî dike hedef.

Em qetilkirina akademîsyen û edîtora kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel şermezar dikin. Armanca qatilan di serî de qirkirina Kurdan û doza jinan e.

Em bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û rêxistinên mirovî û hiqûqî dikin ku destwerdanê bikin û dawî li tecrîdê bînin. Her wiha em bang li gelê Kurd dikin ku heta azadiya fizîkî ya Rêbertî, têkoşîna xwe mezintir bike."

(hs)

ANHA