Jinên ji Dêrzorê: Em ê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bikin

Jinên ji Dêrazorê di salevgera 24`emîn a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan de tekezî bi mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir û got: “Bi yekitiya xwe em ê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bikin.”

Jinên ji Dêrzorê: Em ê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bikin
10 cotmeh, 2022   12:23
 DÊRAZOR

Jinên ji Dêrazorê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan, li pêş Akademiya Civaka Demokratîk a li herêma Seba kîlo ya rojavayê Dêrazorê daxuyaniyek da raya giştî. Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Komîteya Sotmeniyê Fatima El Kiwêt ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de binçavkirina rêber Ocalan û siyaseta dewleta Tirk a li dijî gelan û kesayetên azadîxwaz hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Wekî tevgera jinên ji Dêrazorê ku fikrê rêber Ocalan wekî minare û destpêka rizgariyê dibînin, em ê berxwedanê mezintir bikin. Em di wê baweriyê de ne ku tiştê Dêrazor, jin û zarokên wan rizgar kiriye, fikrê rêber Ocalan e.”

Jinan bal kişand ser piştevaniya dewleta Tirk a dagirker ji DAIŞ`ê û komên din ên çeteyan re û destnîşan kir ku ew ê têkoşînê bilind bikin, li dora rêbertî kom bibin û bi yektiiya xwe dê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bikin.”

ANHA