Salek di ser hilbijartinên Iraqê re derbas bû lê nakokiyên li ser desthilatê didomin

Salek di ser hilbijartinên parlamentoyê re derbas bûn, lê hîna alozî li Iraqê dewam dike. Heta niha dosyaya avakirina hikumetê û hilbijartina serokkomariyê nehatine çareserkirin. Gelo kî bepirsê vê aloziyê ye û çareseriyên guncaw ji bo derxistina gelê Iraqê ji vê aloziyê çi ne?

Salek di ser hilbijartinên Iraqê re derbas bû lê nakokiyên li ser desthilatê didomin
10 cotmeh, 2022   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Serokê rejîma berê ya Iraqê Sedam Huseyîn nekarî hêviyên gelê Iraqê di azadî û demokrasiyê de bi cih bîne. Her wiha destwerdana Amerîkayê ya piştî hilweşandina rejîma Sedam Husyîn jî û aliyên siyasî yên piştî derketina Amerîkayê ji Iraqê hatine, tiştek ji bo wî welatê nekir.

Li aliyekî din nakokiyên aliyên şîe anku yên di navbera Muqteda Sedr û hevrikên wî yên şîe (Çarçoveya Hemahengiyê) yên ku destekê ji Îranê digirin, zêde bûn. Heman demê nakokiyên li ser serokkomariyê di navbera aliyên kurdî de zêde bûn. Dîsa jî nakokiyên sunniyan dewam dikin. Ji ber vê yekê guhertina hikumet û endamên parlamentoyê ji van pirsgirêkan re nebûn çareserî û alozî her ku diçe kûr dibe.

Lêkolînerê Xidir Dewlemî têkildarî sedemên bingehîn ên aloziya Iraqê ji ANHAʹyê re axivî.

Xidir Dewlemî got: “Di dîroka xwe ya nûjen de Iraq niha di rewşeke pir tevlihev re derbas dibe. Helbet di dema Partiya Baasê de ku 35 salan dewam kir, dewleteke xwedî sazî ava bû, lê îdeolojiya şovenst a Baasʹê Iraq gihand vê rewşê. Sedam Huseyîn bi pirrengiya siyasî bawer bû, lê bi mafên aliyên yên din bawer nedikir, her wiha kiryarên pişaftin, komkujî û Enfal pêk anîn, çekên ku di asta navneteweyî de hatine qedexekirin bi kar anîn û di serhildana Şebaniya de qetilam pêk anîn. Ev sûc, kiryar û siyaset çarçoveya rêvebirina dewletê guhert. Êdî dewlet bi hemû saziyên xwe bû dîktator ku şovenîzim û cûdekariyê meşand. Ji ber vê yekê Partiya Baas a bi nûnertiya Sedam Huseyîn tu armancên demokrasî, pêkanîna istiqrar û geşkirinê pêk neanîn, berovajî vê yekê şer, şoreş û sûcên şer esas bûn."

Xidir Dewlemî her wiha got piştî sala 2003ʹyan rewş di gelek aliyan de  ber bi başiyê ve gelekî hat guhertin, pirrengiya siyas û destûrî hebûn ku ji aliyê piraniya gelê Iraqê ve hat qebûlkirin, hilbijartin bi awayekî asayî pêk dihatin û veguhertina desthilatdariyê hebû.

Lêkolîner Xidir Dewlemî wiha dewam kir: "Lê tebeqeyeke siyasî pir xirab derket ku di rêvebirina welat de ne xwedî nêrîneke siyasî bû. Her wiha tu planên wê yên stratejîk ku karibe Iraq ji bandorên şer xilas bike tune bû. Heman demê ev tebeqe nikarîbû istiqrarê pêk bianiya, nemaze di pêkanîna sîstemeke federal bi hemû erkanên wê. Di encamê de welat ber bi cûdekarî û hedefkirinan ve bir. Rêvebirina welet bi rêya sîstemeke ewlehî ku zêdetirî 8 salan di çarçoveya serokwezîr de sînordar bû, dihat kirin. Şerek dijwar ên nîjadperestî û taîfî di navbera Suna û Şîe de derket. Di encamê de welat, bi taybet başûrê wê ji kêmneteweyên Xiristiyan û Sabîî Mandayî vala bû.

Sûc, binpêkirin û derbaskirina destûrê dewam kirin. Her aliyekî ji bo xwe dixebitî, şerê taîfî veguherî şerê kantonan û di her qadan de hêzeke bi bandor derket ku berhemên aborî yên welat desteser kirin. Ji bo pêkanîna istiqrarê tu plan tune bûn. Her demekê alozî dihatin derxistin. Rewş wisa dewam kir heta ku DAIŞ derket û ziyaneke gelekî mezin gihand sazumaniya siyasî, civakî û aborî ya dewletê û li ber çavê cîhanê û hikumeta federal komkujî li dijî êzidiyan pêk anîn."

Dewlemî îşaret pê kir ku vekişîna Amerîkayê valahiyeke mezin afirand, hêzên siyasî yên xwedî baskên leşkerî, ewlehî û diravî hewl dan li gorî armancên xwe desthilatê xêz bikin. Her wiha got: "Hikumetên ku li pey hev hatin nikarin daxwazên gelê Iraqê yên geşkirin, xurtkirina pirrengî, demokrasî, edalet û azadiyê bi cih bînin. Heta niha hikumetek ku ji aliyê piraniya tevgerên siyasî ve were qebûlkirin nehatiye avakirin, nakokiyên di navbera aliyên kurdî de, her wiha yên d navbera sunayê de encamên vê yekê ne."

10ʹê Cotmeha 2021ʹê hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê pêk hatin. Hilbijartin di aliyê şekil de cûda bû, lê di aliyê navarokê de wekî yên din bû. Ev hilbijartin ji bilî alozî, hilweşandina aborî û tevliheviya siyasî tiştekî din bi xwe re neanîn.

Der barê van hilbijartinan de Xidir Dewlemî wiha axivî: "Gelek sedem hene. Yek rêbazê ku bi rêya wê hilbijartinên hatin kirin, ya duyemîn jî berjewendiyên siyasî yên teng ên li ser bingehê girêdana neteweyî û mezhebî di ser berjewendiyên dewletê û rêvebirina dewletê re hatin girtin. Ya sêyemîn; nêzîkatiyên namzet û hevrikan û berjewendiyên navneteweyî û herêmî, Îran, Tirkiyê, Erebistana Siûdî, Urdun, Kuwêt û DYAʹyê li hev nehatin. Her dewletek ji van asta xwe ya bandor a destwerdanê heye. Dema ku avakirina hikumetê û berjewendiyên van dewletan, bi taybet ên aborî li hev neyên, wê ev dewletên navborî li hemberî wê bisekin."

Dewlemî da zanîn ku tunebûna baweriyê di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de sedemeke din a neavakirina hikumetê ye û wiha domand: "Beriya ku aliyek derbasî proseya avakirina hikumetê bibe şert têne dayîn. Lê sedemek din heye ew e ku hin hêz hene ku rêjeya mezin a dengan bi dest xistiye. Ruxmî ku Tevgera Sedr hejmara herî mezin a dengan bi dest xistiye lê bi ewle derbasî proseya siyasî ya ji bo avakirina hikumetê nebû. Her wiha aliyekî pir girîng heye ku encamên wê hîna berdewam dike; nakokiyên di navbera blokan bi xwe de heye. Yanî di navbera aliyên suna de nakokî hene. Heman demê nakokiyên aliyên Şîna jî hene. Ev nakokî û berjewendî bandoreke pir mezin dike ku neghêjin lihevkirinan. Xala dawî; ji bo mîna van nakokiyan bendeke girîng di destûra Iraqê de tune ye, her wiha hikumeteke federal a bilind tune ye."

Têkildarî çareseriyê ji vê aloziyê re lêkolîner Xidir Dewlemî wiha got: "Divê sîstemeke demokratîk were avakirin, modela herêman were belavkirin ku herêmên navîn û başûrê Iraqê bigire nav xwe. Dîsa jî divê hikumeteke were avakirin ku demkî dewlet bi rêve bibe, heman demê divê sîstemeke diravî were avakirin ku mafên kêmneteweyan misoger bike û sûc û binpêkirinên xeternak rawestine. Divê pergaleke ewlehî ya hevgirtî were avakirin û rêveberiyeke diravî ya xurt were pêkanîn da ku istiqrara siyasî, aborî û civakî pêk were."

ANHA