​​​​​​​Welatiyên Ereb ên Helebê: Em çi lihevhatina bi dijminê xwe re red dikin

Welatiyên Ereb ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê her nêzîbûn an lihevhatineke Şam-Enqereyê red kir û wekî komployekê li dijî gelê Sûriyê wesif kirin. Welatiyan bang li gelê Sûriyê kir ku li hemberî dagirkeriyê hevgirtî bin.

​​​​​​​Welatiyên Ereb ên Helebê: Em çi lihevhatina bi dijminê xwe re red dikin
10 cotmeh, 2022   03:24
HELEB- ARIF SILÊMAN

Rayedarên dewleta Tirk a dagirker vê dawiyê behsa lihevhatina bi hikumeta Şamê re kir. Welatiyên ji pêkhateyên Ereb ên taxa Şêxmeqûsd a Helebê her lihevhatineke bi dewleta Tirk a dagirker red kir û diyar kir ku ew lihevhatina bi dijminê ku Sûriyê wêran kir û gelê wê koçber kir re qebûl nakin.

ʹLIHEVKIRIN NE LI GORÎ BERJEWENDIYÊN GELÊ SÛRIYÊ YEʹ

/kr/uploads/files/2022/10/09/184247_-.webp

Welatiyê bi navê Hanî Omer diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dijminê gelê Sûriyê ye û hejmarek herêmên Sûriyê wekî Efrîn, Bab, Cerablus, Idlib, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirine, xelkên wê koçber kirin, milkên wan talan kir û demografiya wan guhertin.

Hanî Omer îşaret bi vê yekê kir ku dewleta Tirk a dagirker desteka da çeteyên DAIŞʹê û ew derbasî xaka Sûriyê kir, bi hinceta şerê li dijî terorê herêmên ji Idlib heta Cerablusê dagir kirin, Sûriyê wêran kir û gelê wê qetil kir.

Omer diyar kir ku ew lihevkirina Şam bi dewleta Tirk re qebûl nakin û got: "QSDʹê hêza yekane ye ya ku şerê DAIŞ û artêşa Tirk a dagirker li Sûriyê kir, gelê Sûriyê diparêze û herêmên Sûriyê rizgar kirin."

Omer got, hewldanên lihevanîna hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker bi fermanên Rûsyayê tên kirin û wiha domand: "Em vê lihevanînê qebûl nakin, ji ber ku ne li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê ye. Tirkiyê bi navê terorê şerê me dike û me qetil dike."

ʹEM LIHEVHATINA BI DIJMIN RE RED DIKINʹ

/kr/uploads/files/2022/10/09/184305_-.webp

Welatiyê bi navê Yûsif Misto jî got: "Ev hewldanên nêzîkbûna dewleta Tirk û hikumeta Şamê naxwazin, em îtîrafê bi dewleta Tirk a dagirker nakin. Erdogan qatil e, bajarê me Helebê wêran kir û xêra wê dizî, em ê çawa vê lihevkirinê qebûl bikin û Tirkiyê şirîkê terorê ye."

Misto destnîşan kir ku dewleta Tirk dewleteke dîktator e, dixwaze desthilata Osmanî vegerîne û got: "Em gel nêzîkbûna bi dijmin re red dikin. Em gelê Sûriyê tu ferq di navbera Ereb, Kurd, Tirkmen û Xiristiyan de tune ye. Em hemû bira ne  û yek gel in. Heger me hevgirtî nebûna wê Tirkiyê fitine di navbera me de derxistiba."

ʹKOMPLOYEK LI DIJÎ SÛRIYAN Eʹ

/kr/uploads/files/2022/10/09/184229_-.webp

Welatiyê bi navê Casim Hec Beha hewldanên lihevhatina dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê şermezar kir û got: "Bêyî biryara gelê Sûriyê em lihevhatinê red dikin û qebûl nakin."

Hec Beha diyar kir ku ev lihevhatin komployek li dijî gelê Sûriyê ye û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Tirkiyê dewleta Osmanî ye, em nikarin pê ewle bibin, em tu lihevkirinan pê re qebûl nakin. Yên ku bi dijmin re li hev bike ew jî dijminên gel û xaka xwe ne. Ne mumkin e ku ev pêk were. Heger hikumet li hev bikin, gel qebûl nake."

ANHA