ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-10-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-10-2022`YAN
9 cotmeh, 2022   23:00

Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef bi çalakiya konvedanê bi bîr tîne saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

YPJ`ê jineke êzidî ku ji kampa Holê di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de rizgar kiriye, radestî Mala Êzidî ya herêma Cizîrê dike saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Şilêr a Zarokan bi boneya salvegera dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo çalakiyek ji bo zarokan li dar dixe saet di 16:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê kongreya xwe ya 2`yemîn bi dirûşma Bi çanda fikrî em armanca şoreşê pêk tînin li Hola Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dîwana Edaleta Civakî ya Tebqayê têkildarî rewşa rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li ser ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye ferzkirin daxuyaniyekê dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan xwepêşandan li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê û gundewarê wê ji bo bîranîna sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef pêşangeheke şêwekariyê vedike û şevbuhêrkek li dar dixe saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên Ereb ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê her nêzîbûn an lihevhatineke Şam-Enqereyê red kir û wekî komployekê li dijî gelê Sûriyê wesif kirin. Welatiyan bang li gelê Sûriyê kir ku li hemberî dagirkeriyê hevgirtî bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên herêma Serêkaniyê ya dagirkirî diyar kirin ku ew li şûna vegerin bajarê xwe yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, mayîna li kampan tercîh dikin. Koçberan her wiha hêviya xwe ya vegera li Serêkaniyê ya bê dagirkerî û bi garantiyên navneteweyî, anîn ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Partiya Sûriye Ewelen (Destpêkê Sûriye) Selman Şebîb têkildarî salvegera sêyemîn a êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî destnîşan kir ku ku êriş sûcek li dijî hemû qanûnên navneteweyî ye û îşaret pê kir ku armanca dewleta Tirk Sûriye herêmê derbas dike. Şebîb bang li gelê Sûriyê kir ku li hemberî dagirkiriyê  têkoşînê bidomînin.(BI WÊNE)

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal diyar kir ku li hember Komploya Navneteweyî berxwedaneke bi israr tê meşandin û li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi astengkirina pêvajoyên bidestxistina statuya siyasî dewam dike.

Endamên Partiya El Xed ên ku di Komxebata Rojhilata Navîn a Azadiya Rêber Ocalan de beşdar bûn, destnîşan kirin ku fikrê rêber Ocalan banga biratiya di navbera hemû gelan de dike. Wan jî banga azadkirina rêber Ocalan û şikandina tecrîda li ser wî kir. (Bİ WÊNE)

Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdurehîm berxwedana dîrokî ya gerîla ku xwe dispêre berxwedana li Îmraliyê silav kir û got ev berxwedan, miosgeriya serkeftina projeya neteweya demokratîk li hember pergalên faşîst e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

Krîza kêmbûna sotemeniyê li herêmê hikumeta Şamê ku sedema wê hikumet e, rê li ber rewşên ku em dikarin bi karesatan bi nav bikin vekir, wekî zehmetiya debara jiyanê, bûyerên destdirêjiyê di wesayîtên veguhastinê de û jiyana welatiyan xistina xeteriyê de.

ANHA