​​​​​​​Piştî 3 salên dagirkeriyê, hê jî koçber bi hêviya vegera Serêkaniyê ve girêdayî ne

Koçberên herêma Serêkaniyê ya dagirkirî diyar kirin ku ew li şûna vegerin bajarê xwe yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, mayîna li kampan tercîh dikin. Koçberan her wiha hêviya xwe ya vegera li Serêkaniyê ya bê dagirkerî û bi garantiyên navneteweyî, anîn ziman.

​​​​​​​Piştî 3 salên dagirkeriyê, hê jî koçber bi hêviya vegera Serêkaniyê ve girêdayî ne
10 cotmeh, 2022   00:43
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku hevserokê Meclisa Kampa Waşûkanî Ela El Elî ragihandiye, niha 2 hezar û 500 malbatên koçberên bajarê Serêkaniyê li kampa Waşûkanî ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye avakirin, dimînin.

Koçberê 40 salî yê bi navê Ebdulezîz El Ehmed, behsa êşa xwe tevî ya malbata xwe û koçberên din ên ji ber dagirkirina bajarê wan, kir.

Di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser bajarê Serêkaniyê û kantona Girê Spî de, bi sedan malbat bi darê zorê hatin koçberkirin. Di nav de malbata Ebdulezîz El Ehmed jî heye. Hejmara koçberan gihişt zêdetirî 300 hezar kesî.

Şêniyên bajarê Serêkaniyê jî weke hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta 9’ê Cotmeha 2019’an di nava ewlehî, aramî, dostanî û hezkirinê de dijiyan. Lê dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî bajarê Serêkaniyê û kantona Girê Spî kirin, bajar kete qonaxeke nû ya şer, koçkirina bi darê zorê, tevlihevî û dagirkeriyê.

El Ehmed wiha pê de çû: "Em ê têkevin sala 4'an a koçberiya xwe, êşa me di nava van konan de mezin e, lê li şûna ku em vegerin herêma xwe ya dagirkirî, em mana li vir tercîh dikin û baştir dibînin."

El Ehmed bal kişand ser tiştên ku piştî êrişê hatin serê mala wî û wiha got: "Li wir tiştek ji me re nemaye. Çeteyan malên me şewitandin û dest danîn ser erdê me. Heta têlên kehrebeyê yên mala min jî dizîn. Bi rêya Facebookê ji min re wêne şandin."

El Ehmed her wiha got: "Em hê jî bi hêviya vegera malên xwe ve girêdayî ne, ji ber ku em xwediyên maf in û ev axa me ye. Yên ku niha li wir in dagirker û çete ne, lewma em ê heta vegereke bi ewle ya malên xwe, bi hêviya vegerê ve girêdayî bin."

El Ehmed wiha dom kir: "Em bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmên me derxin û vegereke bi ewle ya koçberan ji bo malên wan peyda bikin."

Li gor amarên dawî yên ku ji aliyê Weqfa Hevdestî "Tazour" ve hatine belavkirin, di heyama sê salên borî de, koçberkirin û guhertina demografiyê li bajarê Serêkaniyê pêk hatiye. Weqfeyê diyar kir ku ji sedî 85'ê şêniyên herêmê venegeriyane malên xwe. Her wiha bêtirî 2 hezar û 500 malbatên din ji herêmên din ên Sûriyê, li şûna xelkên resen ên herêmê hatine bicihkirin. Di heman demê de 55 malbatên çeteyên DAIŞ ên iraqî, li malên welatiyên ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatibûn desteserkirin, hatin bicihkirin.

Hevserokê Meclisa Kampa Waşûkanî Ela El Elî ku di heman demê de yek ji koçberên bajarê Serêkaniyê ye ev yek piştrast kir ku: "Em dikevin sala xwe ya 4'an ku em ji bajarê xwe Serêkaniyê koçber bûne. Niha hejmara malbatên Kampa Waşûkanî 2 hezar û 500 malbat e û hemû jî ji ber êriş û tawanên dagirkeriyê koçber bûne."

Nûriye Sincar jî vegera Serêkaniyê ya ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin red kir û wiha got: "Ji ber hebûna çeteyan û tawanên ku rojane li herêmên me yên dagirkirî tên kirin û ji ber ku em li ser xwe û zarokên xwe ditirsin, em venagerin Serêkaniyê."

Nûriye Sincar destnîşan kir ku ew di bin dagirkeriyê de nikarin li mala xwe bijî û wiha dom kir: "Em nikarin li wan deveran bimînin û bijîn, îro ez li kampê bimînim ji vegera li Serêkaniyê ya dagirkirî baştir e, ji ber ku îro çete li wir hene û em nikarin di nav wan de bijîn."

Nûriye Sincar hê jî bi hêviya vegera mala xwe ve girêdayî ye, lê bê dagirkerî. Nûriye Sincar got: "Me hê hêviya xwe winda nekiriye, em bi hêviya vegera li cih û warê xwe ve girêdayî ne. Îro em derbasî sala 4'an a koçberiyê dibin, hesret her roj min vedigerîne gundê min, zarokatiya min, malbata min û çawa em li wir dijiyan. Em ê teqez rojekê vegerin."

Koçberê bi navê Ebdo Hesîno (73) ku li kampa koçberan a bajarê Hesekê dimîne got heya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Serêkaniyê dernekevin, vegera koçberan ne pêkan e. Hesîno her wiha got: "Heta ku veger ne ewle be ez ê venagerim."

Ebdo Hesîno mîna koçberên din ên Serêkaniyê herî dawiyê ev bang kir: "Ez bang li civat û hêzên navneteweyî û rêxistinên ku îdiaya parastina mafên mirovan dikin, dikim ku ji bo me tevbigerin."

(hs)

ANHA